Li Ewropa û Afrîka berxwedana Rojava hat silavkirin û bêdengî hat şermezarkirin

Di çalakiyên li Ewropa û Afrîkaya Başûr hatin lidarxistin de, bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin û peyama "Rojava ne bi tenê ye" hate dayîn.

Li Ewropa û Afrîka berxwedana Rojava hat silavkirin û bêdengî hat şermezarkirin
23 ÇILE, 2026   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdistanî û dostên wan bi meş û mîtîngan êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên ku dewleta Tirk a dagirker ên piştgiriya wan dike yên li ser Rojava şermezar kirin û  peyama yekitiya neteweyî dan.

NANTES

Li bajarê Nantes ê Fransayê  bi hezaran kesan êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Meşa ku li Qada Place du Commerce dest pê kir, heta Qada Place Royale berdewam kir.

Ciwanên ku beşdarî çalakiyê bûn bi fîşekên hewayî û dûmanê rengîn coşa meşê zêde kirin. Mîtînga ku piştî meşê hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê Ezo Semsûr daxuyaniyek bi zimanê Fransî xwend.

Piştî Semsûr, nûnerê Partiya Komunîst a Fransayê axivî. Hêlîn Cûdî ya ji Rojava di axaftina xwe de peyama "Îro dema yekîtiya neteweyî ye" da û banga hevgirtinê nli her kesî kir

Piştî daxuyaniya çapemeniyê, girseyê vexwendin çalakiya ku sibê êvarê bê lidarxistin.

CANNES

Li bajarê Cannes ê Fransayê êrişên li ser Rojava ji aliyê Kurdistaniyan ve hatin protestokirin. Xwepêşandan li herêma ku Festîvalên Fîlman ên Cannes lê tên lidarxistin pêk hat.

Di axaftinan de hat diyarkirin ku êrîşên li ser herêmên Kurdan, bi taybetî Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Kobanê nayên qebûlkirin.

Beşdaran biryardariya şervanên YPG'ê ya berxwedanê bi bîr anîn, gotinên şervanekî: “Ger em bizanin hûn li pişt me ne, em bi hêz in. Em hene û em ê hebûna xwe bidomînin" bi lêdana çepikan pêşwazî kirin.

Di xwepêşandanê de dirûşmeyên "Terorîst Colanî", "Terorîst Erdogan", "Bijî berxwedana Rojava“ û "Bijî Kobanê” hatin berzkirin.

PARÎS/VILLIERS-LE-BEL

Meşa ku li îstasyona trênê ya Villiers-le-Bel a Parîsê dest pê kir, bi berşdarbûneke mezin û bi berzkirina dirûşmeyan heta Navenda Civaka Kurd ve berdewam kir.

Di meşê de, dirûşmeyên "Yek, yek, Kurd yek", "Bijî Rêber Apo", "Tolhildana PKK" û "Tolhildana YPG" hatin berzkirin. Beşdaran li Navenda Civaka Kurd ji bo şehîdan deqeyek rêz girtin.

Li ser navê Navenda Civaka Kurd Mûrat Botan axivî û got, "Em soza girêdana xwe bi şehîdên Parîsê re didin. Wê xwîna şehîdan li erdî nemîne; ev berxwedan heta ku bi ser bikeve wê berdewam bike."

Xwepêşandan bi dirûşmeyan bi dawî bû.

EVRY

Her wiha çalakiyên piştgiriyê ji bo Rojava li Mantes-la-Jolie û Evry bênavber berdewam dikin.

STRASBURG

Kurdistanî û komên hevgirtinê li ber îstasyona trênê ya Strasbourgê kom bûn û diyar kirin ku êriş ne tenê Rojava hedef digirin, polîtîkayeke tunekirin û qirkirinê ye ku tevahiya gelê Kurd hedef digire. 

Di xwepêşandanê de dirûşmeyên "Qatîl Colanî, qatil Erdogan", "Bijî berxwedana Rojava", "Yek, yek, yek; Kurdistan yek e" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên ku dewleta Tirk bi rêya HTŞ û komên cîhadîst ên bi heman rengî pêk tîne û armanc dikin ku pergala demokratîk, rizgariya jinan û wekheviyê ya li Rojava hatiye avakirin hilweşînin û hat destnîşankirin ku ev polîtîka ji bo hemû gelên herêmê gefek mezin e.

Xwepêşandan piştî deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Rojava, bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.

TOULOUSE

Kurdistaniyên li Toulouseyê li dijî komkujiyên li Rojava û ji bo protestokirina bêdengiya navneteweyî  li Qada Jean d'Arc çalakiyek sê rojan a konvedanê û vekirina standê dan destpêkirin. Bi kon û standên agahdariyê armanc dikin ku raya giştî li ser sûcên li dijî mirovahiyê yên li Rojava diqewimin serwext bikin.

Xwepêşanderan bêdengiya dewletên Ewropayê protesto kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku hevgirtinê bi gelê Rojava re nîşan bidin. Her wiha broşûr hatin belavkirin.

Xwepêşandan wê heta roja Şemiyê berdewam bike û wê roja Yekşemê saet 3’ê piştî nîvro ji Qada Jean Jaurèsê bi meşekê dest pê bike û li semta Arnaud Bernard bi dawî bibe. Beşdaran bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo rawestandina êrîşên li ser Rojava û parastina sivîlan têkevin tevgerê û xwestin her kes beşdarî meşê bibin.

ROUEN

Li bajarê Rouen ê ku li herêma Normandiyê ye, bi beşdariyeke mezin ji gelê Kurd û dsotên wan pêk tê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Di meş û mîtînga li navenda bajêr hat lidarxistin de êrîşên li ser Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî hatin şermezarkirin û bal kişandin ser polîtîkayên şer ên li herêmê.

Di çalakiyê dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Kurdistan" hatin berzkirin.

PARÎS/DRANCY

Li banliyoya Drancy a Parîsê, gelek Kurdistanî li ser banga Meclîsa Civaka Demokratîk a Drancy kom bûn û ji bo piştgiriya Rojava ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancy meşiyan. Di meşê de, dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana QSD’ê” û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Girseya ku li ber şaredariyê rawestiya, bang li civaka navneteweyî kir ku êrişên li ser Rojava şermezar bike. Di daxuyaniyê de berxwedana parastina rûmeta mirovan hate destnîşankirin û wiha hate gotin, “Em ê heta dawiyê li dijî HTŞ'ê li ber xwe bidin. Divê tu hêz hêvî neke ku em paşve gav bavêjin."

Çalakî bi banga beşdarbûna çalakiya mezin a ku wê di 24'ê Çileyê saet di 14:00’an de li Qada Republic a Parîsê were lidarxistin, bi dawî bû.

LIVERPOOL

Li bajarê Liverpoolê yê Brîtanyayê jî çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku ji her çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran kes beşdar bûn, êrişên li ser gelê Kurd û bêdengiya hêzên navneteweyî hatin protestokirin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştî wê di daxuyaniyan de hate gotin ku tiştên li Rojava diqewimin ne şer e, xiyaneteke eşkere û pêvajoyeke tasfiyeyê ya li dijî gelan e.

Di çalakiyê de daxwazên sereke wiha hatin rêzkirin:

* Hikûmeta Brîtanyayê ji bo rawestandina êrîşên li ser sivîlan divê tavilê gavan bavêje,

* Rojava bi awayekî siyasî bê naskirin û rêveberiyên cîhadî neyên rewakirin,

* Mafên jin û kêmneteweyan bên mîsogerkirin, entegrasyona bi zorê bê redkirin û pêvajoyeke diyalogê ya rast û girêdayî dest pê bike.

Piştî daxuyaniyan gel li kolanên Lîverpoolê meş lidar xist. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Rojava” û “Bijî Kurdistan” hatin berzkirin û peyama ku têkoşîna gelê Kurd ne tenê ye hate dayîn.

Çalakî bi bangewaziya ku têkoşîna gelê Kurd wê bidome û parastina Rojava li her qadê wê bilind bibe hate bidawîkirin.

LONDON

Li paytexta Îngiltere Londonê çalakiyên Kurdistaniyan ên li dijî êrîşên li ser Rojava berdewam dikin. Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser banga Yekîtiya Hêzên Demokratîk ên Londonê li herêma Enfield kom bûn. Bi hezaran kesên ku ji karker û xwendekaran bigire heya oldar, rêxistinên çepgir ên şoreşger û enternasyonalîst beşdarî çalakiya 'Rojava biparêze' bûn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurd dest pê kir.

Girseyê gelek caran bi zimanên Îngilîzî û Kurdî dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Kurdistan", "Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e”, “Hands off Kurds” û “Save Rojava” berz kirin û axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku dostên gelê Kurd dê ji her demê bêtir li dijî êrşên li ser Rojava li ber xwe bidin û têbikoşin û gotin, "Em ê welatê xwe, rûmeta xwe û Rojava biparêzin."

Xwendekarên Kurd ên li Londonê di çarçoveya çalakiyên "Parastina Rojava" de, li ber Koleja Kings kom bûn. Bi sedan xwendekarên Kurd beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de sirûdên Rojava hatin gotin, belavok hatin belavkirin.

Axaftinên ku di çalakiyê de hatin kirin bal kişandin ser berxwedana fedaî ya şervanên Kurd li Rojava û gotin: "Rojava rûmet e. Rojava welatê azadî, demokrasî û jiyana wekhev a li dijî kapîtalîzma hov e. Rojava keleha berxwedanê ya li dijî barbarîzmê ye.” Piştî axaftinan, xwendekarên Kurd demek dirêj çalakiya xwe domandin.

LI HULL

Li Hull a Îngiltereyê, bi sedan Kurd û dostên wan li ber Îstasyona Trenê ya Paragonê kom bûn û êrişên li ser Rojava şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava azad bike", "Terorîst Colanî" û "Bijî Rojava" hatin berzkirin.

Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin hilgirtin. Di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku Rojava di dilê hemû mirovahiyê de cihekî taybet digire û gotin, "Em ê Rojava li dijî çeteyên terorîst ên cîhadîst biparêzin."

HELSINKI

Li paytexta Fînlandiya Helsinkiyê, ji bo piştgiriya berxwedana Rojava çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin. Çalakî bi meşê li navenda bajar dest pê kir.

Ji parçeyên cuda yên Kurdistanê gelek kes beşdarbûn û di dema meşê de dirûşmeyên li dijî dagirkeriyê hatin berzkirin. Girse piştre ber bi Balyozxaneya DYA’yê ve meşiya. Li ber balyozxaneyê di daxuyaniyan de, DYA û hin dewletên Ewropayê bi hevkariya bi çeteyên cîhadî re hatin tawanbar kirin û rexne kirin.

VIYANA

Li  paytexta Awûstûrya Viyanayê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan êrişên li ser Rojava protesto kirin.

Girseya ku li Qada Operayê ya Karlsplatzê kom bû, bi pêşandanek şanoyî dest bi çalakiyê kir. Di performansê de, jinan komkujiyên li bajarên cuda yên Kurdistanê li ser cilên spî nivîsandin û destên xwînî sembolîze kirin. Di performansê de dema çete porê şervanek jin dibire vejandin û peyama ku îradeya jinan qet nayê şikandin hat dayîn. Girseya ku meydan tijî  kiribû bi yek dengî dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin û axaftin hatin kirin. Di axaftinan de êrîşên li ser Rojava bi tundî hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku zîhniyeta DAIŞ'ê dê tu carî îradeya gelê Kurd neşkîne. Piştr daxuyaniyek ku ji aliyê nûnerên FEYKOM'ê ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de lêpirsînek navneteweyî ya serbixwe û parastina sivîl û girtiyan li gorî qanûna navneteweyî hat xwestin.

Piştre girse ber bi Konsolosxaneya Sûriyeyê ve meşiya û dirûşme berz kirin. Beşdaran ragihandin ku ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava ew ê sibê saet 18.00’an de dîsa li Qada Operayê bicivin.

SANDVÎKEN

Li Sandvîkenê ya Swêdê bi sedan kes li kolanên navendî yên bajêr geriyan û vegeriyan cihê ku dest pê kiribûn, çalakiya xwe temam kirin û axaftin hatin kirin.

Çalakî ji bo ku sibê 23’ê Çileya 2026’an li Gävle’yê saet 17:00’an de careke din were kirin, bi dawî bû.

KARLSTAD

Li bajarê Karlstadê yê Swêdê jî gel bi heman awayî çalakiyek lidar xist û peyamên piştgiriya Rojava dan.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê yê Almanyayê, jinên beşdarî kampanyaya “Jin Rojava Diparêzin” (Women Defend Rojava) bûne, li pêşiya parlamentoya herêmî pankartên şermezarkirina êrişên li ser Rojava û bang li parastina şoreşa jinê kirine, çalakiyek lidar xistin. Hêzên ewlehiyê yên parlamentoyê tundî li çalakvanan bikar anîn.

MUNÎH 

Ji bajarê Mûnîhê yê Almanyayê enternasyonalîstan, ji bo bang li piştevaniya şoreşa Rojava bikin û piştevaniya hikûmeta Almanyayê ya ji bo Colani û hikûmeta demkî ya cîhadî ya Sûriyê şermezar bikin, ofîsa Partiya Sosyal Demokrat (SPD) dagir kirin.

HAMBURG

Li bajarê Hamburgê yê Almanyayê, ciwanên Kurd li stasyona trênê çalakiya rûniştinê kirin, trên rawestandin û bal kişandin ser qirkirin û komkujiyên DAÎŞ û HTŞ yên li dijî gelê Kurd.

BARCELONA

Li paytexta Katalonya Barselonayê, enternasyonalîstan li pêşiya ofîsa Komîsyona Ewropayê protestoyek lidar xistin. Çalakvanan bal kişandin ser wê yekê ku dewletên DYA û Ewropayê bi sûc beşdarî êrîşa qirkirinê ya DAÎŞ-HTŞ a li ser Rojava dibin û wan teşhîr kirin.

MYANMAR

Ji Myanmarê Eniya Navneteweyî ya Antî-Faşîst (Anti-Fascist Internationalist Front-AFI), silavên şoreşgerî ji gelê Rojava re şandin û piştevaniya xwe ji bo YPG/YPJ û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)ragihandin.

ROMA

Li bajarê Roma yê Îtalyayê, ji bo piştevaniya gelê Rojava du çalakiyên spontanê hatin lidarxistin.

Çalakvanan ragihandin ku ew ê têkoşîna li dijî êrîşên li ser Rojava mezin bikin û piştgiriyê bidomînin.

AFRÎKAYÊ BAŞÛR

Jinên Afrîkayê Başûr ji bo piştgiriya xwe ya Rojavayê Kurdistanê raber bikin, hatin ba hev û bi dirûşmeyan berxwedana gelê Kurd silav kirin.

BERN

Yek ji navendên çalakiyan paytext Bern bû. Li ber stasyona trênê ya navendî bi hezaran çalakvan kom bûn û ji wir heta ber Balyozxaneya DYA’yê ya li Bernê meşiyan.

Piştî meşê, li ber Balyozxaneya DYA’yê mîtîngek hate lidarxistin. Di axaftinan de rola DYA’yê di êrîşan de hate rexnekirin û hate xwestin ku ev xeletî bê sererastkirin. Piştî mîtîngê çalakvan çûn ber Parlamentoya Federal a Swîsreyê, ku ji 4 rojan ve nobeta çalakiyê didomînin.

LOZAN

Navendeke din a çalakiyan bajarê Lozan bû. Li Meydana St. Laurent bi sedan çalakvan kom bûn û mîtîngek lidar xistin. Bi alayên YPG, YPJ, KCK, QSD’ê ve girseyê gelek caran dirûşmeyên piştgiriya berxwedana Rojava kirin û komkujiyên komên çete yên bi piştgiriya dewleta Tirk tên kirin şermezar kirin.

Ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) û Meclisa Jinên Kurd a Lajîn û Meclisa Şaredariya Lozanê yê Partiya Sosyalîst Samson Yemane û SolidaritéS Vaud ve axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku hedefa êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê Kurd in, hemû gelên herêmê ne. Hate diyarkirin ku parastina Rojava tê wateya parastina şoreşa jinê û bang li her kesî, bi taybetî jinan, hate kirin ku Rojava biparêzin. Rewşa bêdeng a Swîsreyê li hember êrîşan rexne kir û bang li Swîsreyê kir ku ji bo parastina hiqûqa navneteweyî li Rojava berpirsiyariyê bigire.

BASEL

Navendeke din a çalakiyan bajarê Basel bû. Li Claraplatz bi sedan kes kom bûn û heta stasyona navendî meşiyan. Di meşê de gelek caran sloganên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Yek e Yek e Yeke, Gelê Kurd Yek e” û “Bijî Berxwedana YPG û YPJ’ê” hatin berxkirin. Pankart û daxuyaniyên piştgiriya berxwedana Rojava hatin hildan.

Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin. Di axaftinan de bal hate kişandin ser qonaxa êrîşên dagirkeriyê yên li Rojava û hate gotin ku divê li her qadê berxwedan bê mezinkirin. Çalakî bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” ve bi dawî bû.

LUGANO

Bajarekî din ku dengê berxwedana Rojava lê belav bû Lugano bû. Di çalakiya protestoya Civîna Aborî ya Cîhanî (WEF) a li Davosê de, Kurdên li Lugano beşdar bûn û bal kişandin ser êrîşên li Rojava. Ji Meydana Dante ya Lugano heta Meydana Molino meşiyan. Bi pankarta “Rojava Biparêze” û alayên YPG-YPJ ve beşdar bûn û gelek caran dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava berzkirin.

ZÛRÎH

Navendeke din a çalakiyan bajarê herî mezin Zûrîh bû. Li Helvetiaplatz çalakvan kom bûn û mîtîngek lidar xistin. Siyasetmedarê Kurd Alî Şimşek axivî û got ku li Rojava ji bo parastina nirxên mirovahiyê berxwedanek tê meşandin. Berpirsiyariya hêzên navneteweyî di êrîşan de anî ziman û got ku bi piştgiriyeke xurt ev êrîş dikarin bên şikandin.

Piştî axaftinan girse li kolanên herî mijûl ên bajêr meşiya û dirûşme berz kirin.

LEFKOŞA 

Li paytexta Qibrisê Lefkoşayê çalakiyeke protestoyî ya girseyî hate lidarxistin. Di çalakiyê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî van êrişan hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo Ewropa û hemû gelan gefeke mezin e.

Ji bilî gelê Kurd, Partiya Keskan a Qibrisê di serî de gelek partiyên siyasî, rêxistin û saziyên demokratîk beşdarî çalakiyê bûn. Meşa ku li nêzî avahiya Wezareta Karên Hundir dest pê kir, heta avahiya Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Lefkoşayê berdewam kir. Çalakgeran destnîşan kirin ku ev polîtîka ne tenê li Rojhilata Navîn, li Ewropayê jî ewlehiyê dixe xetereyê û bal kişandin ser wê yekê ku avakirina DAIŞ’ê ya ji nû ve, stratejiyeke şer a bi zanebûn e. Di çalakiyê de bi dirûşman berxwedana Rojava hate silavkirin, êriş û bêdengiya navneteweyî hatin şermezarkirin.

KOLN

Kurdên li bajarê Koln ê Almanya dijîn, ji bo piştevaniya bi Rojava re di saet 18:00’An de li Messe Deutzê mitîngek li dar xistin. Di mîtîngê de belavokên bi zimanê Almanî hatin belavkirin û ji bo agahdarkirina bûyerên Kobanê serdana kargehên li derdor hate kirin.

Girseya ku di saet 7'an de dest bi meşê kir, li ser Pira Deutz Çemê Ren derbas kir û gihîşt herêma dîrokî ya Altstadt a Kolnê. Di mîtînga duyemîn a li wir de hat gotin ku Rojava li dijî çeteyên faşîst têkoşîna hebûnê dimeşîne.

HAMBURG

Meclîsa Gel a Demokratîk a Kurd a Hamburgê (DKHM) ji bo protestokirina êrişên li ser Rojava ji Hauptbahnhofê heta Rote Flora ya li semta Sternschanze meşek girseyî li dar xist. Tevî zextên polîsan girse meşa xwe berdewam kir. Di çalakiyê de, jinên ciwan, li hember birîna keziyê şervanekî YPJ’ê, porê xwe kezî kirin û pêşengiya berxwedanê kirin. Jinan, bi tilîliyan peyama "Em ê xwedî li berxwedana jinan derkevin" dan

Çalakî bi dirûşme û sirûdan bi dawî bû.

KIEL

Li bajarê Kielê, Kurd û dostên wan, di 22’ê Çileya 2026’an de di saet 15:30’an de li pêşiya Meclîsa Eyaleta Kielê ya li Landtag-Kiel Dusternbrooker Weg 70 li hev civiyan û bertek nîşanî êrîşan dan.

Mitîng ji bo şehîdên Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinên çalakiyê de yek jî sedemên bingehîn ên komkujiyên li ser Kurdan bêdengiya hêzên koalîsyona navnetweyî û dewletên Ewropayê ne. Axaftvanan bang li welatên Ewropî kirin ku li dijî êrîşên li ser gelê Kurd, tavile gavên şênber biavêjin.

Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî”, “Kurdistan yek welat e” û “Yek e, yek e gelê Kurd yek e” hatin berzkirin.

LUBECK

Li bajarê Lubeck ê Almanyayê jî meşek girseyî hate lidarxistin. Girseyê piştre ji Am Bahnhofê ber bi  Korkmarktê ve meşiyan. Beşdarên çalakiyê bal kişandin ser êrîşên ku li Rojava û herêmên cuda ên Kurdistanê tên meşandin û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku bêdeng nemînin.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê eyaleta Hessenê, ji bo piştevaniya bi Rojava re meşek girseyî hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî meşê bûn.

Girseya ku li Qada Luisenplatzê li hev civiyan, piştî deqîqeyek rêzgirtinê ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin. Di tevahiya meşê de dirûşme hatin berzkirin.

Piştî meşê mitîng hate lidarxistin û daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd ne tenê li Ewropayê li çar aliyên cîhanê rabûne. Her wiha bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku li dijî êrîşên li ser Rojava bêdeng nemînin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Kujer Colanî” û “Kujer Erdogan” bi dawî bû.

HANNOVER

Li eyaleta Niedersachsen a Almanyayê bi pêşengiya Kurdische Gemeinde Niedersachsen çalakî hate lidarxistin. Çalakî li pêşiya avahiya Parlamentoya Eyaleta Niedersachsen (Niedersachsischer Landtag) pêk hat.

Gelek kes tevlî çalakiya ku îro li Hannoverê hate lidarxistin bûn û bang hate kirin ku êrîşên li ser gelê Rojava tavile werin rawestandin.

Beşdarên çalakiyê destnîşankirin ku Şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan hêviya pêşerojeke azad û demokratîk e.

Beşdaran ragihandin ku ew ê têkoşîn û piştevaniya xwe ya ji bo Rojava bidomînin. Çalakî li Stasyona Trenê ya Navendî bi dirûşmeyên ciwanan bi dawî bû.

GIESSEN

Li Qada Kirschenplatz ê bajarê Giessen ê Almanyayê jî mitîng hate lidarxistin. Bi sedan kes û nûnerên Elewî, Suryanî û partiyên çep ên Elman tevlî çalakiyê bûn.

Di tevahiya çalakiyê de peyamên piştevaniyê ji bo gelê Rojava hate dayîn û bang hate kirin ku li dijî geşedanên heyî bêdeng nemînin.

BERLÎN

Li bajarê Berlîn ê Almanyayê jî çalakî hate lidarxistin. Çalakî li pêşiya deriya Meclîsa Berlînê ya Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê destpê kir. Bi hezaran kes tevlî çalakiyê bûn. Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku êrîşên li Rojava sûvê mirovahiyê ye û hate diyarkirin ku divê YE’yê bêdeng nemîne.

Di daxuyaniyên çalakiyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd û bi taybet jin di nava berxwedanê de ne. Girseyê banga mezinkirina piştevaniya bi Rojava re kir.