Li Erebistana Siûdî êriş 2 kes mirin 8 kes jî birîndar bûn

Hat ragihandin bi dron û mûşekan êrişî ser balafirgeha navdewletî ya Melîk Fehed û bîrek neftê ya li rojhilatê Erebistana Siudî hat kirin. Di encama êrişan de 2 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûne.

Li Erebistana Siûdî êriş 2 kes mirin 8 kes jî birîndar bûn
22 cotmeh, 2026   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Balafirgehên Sivîl ya Erebistana Siudî di derbarê êrişên Husiyan yên li ser balafirgeha navdewletî ya Melîk Fehed a li bajarê Demam daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama êrişa li ser balafirgehê de kesek mir û 8 kes jî birîndar bûne. Her wiha kesek din jî di encama êrişek bi dronan ya li ser bîrek neftê de mir.

Li aliyê din jî Hevpeymaniya Erebî ya bi serokatiya Siudî, ragihan pênc dronan li ser asîmanê Siudî xistine xwarê.

Husiyên Yemenê jî ragihandin wan navendek leşkerî ya hêzên Siudî ya li bajarê Eden hedef girtine û diyarkir ku wan ti dronek ber bi bajarê Medîne yê Siudî ve neşandine.