Misir û Îsraîlê peymana deryayî ya Tirkiye û Lîbyayê red kir

Misir û Îsraîlê biryara Meclisa Nûneran a li rojhilatê Lîbyayê ku peymana sînorên deryayî ya sala 2019’an a di navbera Tirkiye û hikumeta Trablûsê de erê dike, red kir.

Misir û Îsraîlê peymana deryayî ya Tirkiye û Lîbyayê red kir
22 cotmeh, 2026   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezareta Karên Derve ya Misirê diyar kir ku ev peyman mafên serweriya Misirê yên li Herêma Aborî ya Taybet û Parzemîna Deryayê bi aşkerayî binpê dike. Qahîreyê diyar kir ku peyman li dijî Peymana Mafê Deryayî ya Neteweyên Yekbûyî ye, ji ber wê jî ji aliyê hiqûqî ve bêqîmet e û tu encamekê ji bo Misirê çênake.

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê jî ev biryar bi tundî şermezar kir. Wezaretê îdia kir ku hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo têkdana aramiya Deryaya Spî berdewam dikin.

YEKÎTIYA EWROPAYÊ: EM JI BER ERÊKINA PEYMANÊ XEMGÎN IN

Yekitiya Ewropayê (YE) da zanîn ku ew ji erêkirina vê peymanê "gelekî xemgîn in" û diyar kir ku mafên serweriya welatên sêyemîn hatine binpêkirin. YE’yê her wiha piştgiriya xwe ya ji bo Yewnanistan û Qibrisê ku peymanê red dikin, nû kir.

Peymana ku di meha Mijdara 2019’an de di navbera Tirkiye û hikumeta Trablûsê de hatibû îmzekirin, armanc dike ku qada deryayî ya Enqereyê li Deryaya Spî firehtir bike. Ev peyman di wê demê de ji aliyê Yewnanistan û Qibrisê ve wek nehiqûqî hatibû dîtin û YE’yê jî nerazîbûn nîşan dabû.

NÎŞANEYA NÊZÎKBÛNA TIRKIYE Û HEFTER

Meclisa Nûneran a Lîbyayê berê ev peyman red kiribû. Biryara dawîn a erêkirinê, wek nîşaneya nêzîkbûna di navbera Xelîfe Hefter û Tirkiyeyê de tê nirxandin.

Tevî ku Tirkiye û Misir di aliyê ewlehiyê de wek hevkarên nêzîk li ser gelek mijarên herêmî bi hev re dixebitin jî, her du welatan demeke dirêj li Lîbyayê piştgirî dabû aliyên dijberî hev. Erêkirina vê peymanê, aloziya dîplomatîk a li ser qadên deryayî yên li Deryaya Spî careke din anî rojevê.