Medyaya erebî: Zimanê nefretê li hember jinan tê bikaranîn

Di medyaya erebî de alîkariya DYA’yê ya ji bo Îsraîl re, êrişên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê û li ser medyaya dijîtal bikaranîna zimanê nefretê, ketine rojevê.

Medyaya erebî: Zimanê nefretê li hember jinan tê bikaranîn
22 cotmeh, 2026   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rojnameyên erebî de hatiye gotin ku Îran hewl dide êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê rewa bike û Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê (DYA) jî bûye sîwana polîtîkayên li ser Filistînê.  

‘TEHRAN ÇI JI KURDISTANÊ DIXWAZE?’

Rojnameya El Ereb El Londoniye gotarek der barê êrişên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê de weşand û di gotarê de tê gotin ku Ukrayna çîroka dawiyê înkar kir, lê Îran dibêje Başûrê Kurdistanê bi dronan wan bombebaran dike. Îran dixwaze bi vî awayî êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê rewa bike.

Her wiha di gotarê de hatiye gotin ku herêma Başûrê Kurdistanê girêdayî Iraqê ye û Îran êrişî herêmê dike û rêkeftina ewlehiyê di navbera Bexda û Tehranê de heye lê dîsa Îran êrişên xwe berdewam dike. Hikumeta Herêma Kurdistanê ji ber ku tev li civînên girêdayî ewlehiya herêmên li ser sînor nabe, hatiye rexnekirin. Bang li Bexdayê kirin ku êrişên li ser Başûrê Kurdistanê belge bike û pêşkêşî Konseya Ewlehiyê bike, her wiha tezmînat were dayîn, Hewlêr tev li rêkeftinên têkildarî ewlehiyê bibe û ji Tehranê daxwaz bike tohmetên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê îsbat bike yan jî êrişên xwe bide rawestandin.

‘DOZA FILISTÎNÊ DI BIN SÎWANA WASHINGTONÊ DE YE’

Rojnameya El Quds El Erebiya bal kişand ser pirtûka bi navê "Derbaskirina Xeta Sor" a rojnamevanê amerîkî Ekber Şahid Ehmed û der barê naveroka pirtûkê de dibêje hinek rêveber ji Partiya Demokrat a DYA’yê hewl didin têkçûna siyaseta girêdayî şerê Îsraîlê yê li hemberî Xezayê bi serokê berê yê DYA’yê Joe Biden ve bidin girêdan û berpirsên dîtir ên partiyê biparêzin.

Di gotarê de tê gotin pirtûk belge dike ku alîkarên Biden Anthony Blinken, Jake Sullivan, Brett Mcgurk û John Viner li ser polîtîkaya Îsraîlê girtine, li ber lêpirsînkirina binpêkirinan bûne asteng, baldar nêzî birçîbûn û zehmetiyên sivîlên Filistînê nebûne û di rêveberiyê de dengê muxalifan paşguh kirine.

Her wiha diyar kir ku pêşbirka di navbera Partiya Komarparêz û Partiya Demokrat de tiştek ji alîkariya DYA`yê ya ji bo Îsraîl neguhertiye û her tim doza Filistînê di bin sîwana polîtîkaya Washingtonê de ye.

‘PIRSGIRÊKA JIN Û ZIMANÊ NEFRETÊ’

Rojnameya Independent Erebiya gotarek li ser zimanê nefretê yê di nava civaka erebî de weşand û dibêje ku êdî rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenên Ereb jî li ser medyaya dijîtal zimanê nefretê bi kar tînin û tehdît dikin. Li ser bingeha tundî, teşhîrkirin û paşguhkirinê zimanê nefretê tê bikaranîn.

Di heman gotarê de hate gotin ku ev zimanê nefretê herî zêde li ser medyaya dijîtal li hember azadî û mafên jinan tê bikaranîn û cudahiya dîn vediguhere hemleyên provokasyonan û tundiyê.

Di gotarê de hişyarî tê kirin ku dawî li van kiryaran neyê dibe ku di nava civakan de şer dest pê bike û tundî xetereyê li ser aştiya civakî çêdike.

(np)