Li Erebistana Siûdî cihekî petrolê hat hedefkirin: 2 kuştî

Di êrişa li ser zeviyê petrolê ya Şîba ya Erebistana Siûdî de 2 kes hatin kuştin.

Li Erebistana Siûdî cihekî petrolê hat hedefkirin: 2 kuştî
21 cotmeh, 2026   23:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku di êrişa dronekê ya li dijî zeviyê petrolê ya Şîba ya herêma rojhilat a Erebistana Siûdî de 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, dron ji aliyê pergala parastinê ve hat astengkirin.

Berpirsên wezareta enerjiyê ya Erebistana Siûdî ragihandin ku êrişî bandorê li karê zeviyê nekir.

Beriya êrişê jî hevpeymaniya bi pêşengtiya Erebistana Siûdî aşkera kiribû ku wê 6 dron îmha kirine û da zanîn ku ji wan yek ber bi herêma başûrê ve hatibû avêtin û 5 jî li Medîna Minewara û herêma rojhilat hatin îmhakirin.

(bb)