Li Humsê di êrişekê de 3 kes hatin kuştin

Li Humsê di encama êrişek çekdarî de 3 kes hatin kuştin.

Li Humsê di êrişekê de 3 kes hatin kuştin
21 cotmeh, 2026   21:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku li taxa Muhacirîn a bajarê Humsê di encama êrişekê de 3 kes hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, kesê bi navê Xalid El Ewad ê ji eşîra Benî Xalid li nêzî eywana Etiye El Mûsa gule li kesên di erebeyekê de reşandin û ber bi rêya Zeydel ve reviyan.

Agahiyên zêdetir nehatin dayîn.

(bb)