Li Emanê 4 dewletan têkoşîna li dijî qaçaxçiya hişbirê nîqaş kir

Wezîrên hundirîn ên Urdin, Iraq, Sûriye û Lubnanê li ser damezrandina şaneyeke peywendiya hevbeş ji bo têkoşîna li dijî qaçaxçiya hişbirê bi rêya sînor, li hev kir.

Li Emanê 4 dewletan têkoşîna li dijî qaçaxçiya hişbirê nîqaş kir
17 sibat, 2024   18:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Urdinê Emanê wezîrên hundirîn ên Iraq, Sûriye, Lubnan û Urdinê ji bo nîqaşkirina têkoşîna li dijî hişbirê û têkbirina wê civînek li dar xist.

Di civîfnê de xurtkirina hevkariyê di çarçoveya sekna hevbeş li dijî hişbirê hat nîqaşkirin.

Her wiha xurtkirina aliyên hevkariya ewlehiyê ku berjewendiyên nîştimanî yên dewletên herêmê biparêzin, hatin nîqaşkirin.

(fr)