Li Tebqayê li ser rewşa jinan panelek hat lidarxistin

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Tebqayê li ser rewşa jinan di gel krîza Sûriyeyê û dewleta Tirk a dagirker panelek hat lidarxistin.

Li Tebqayê li ser rewşa jinan panelek hat lidarxistin
Li Tebqayê li ser rewşa jinan panelek hat lidarxistin
Li Tebqayê li ser rewşa jinan panelek hat lidarxistin
Li Tebqayê li ser rewşa jinan panelek hat lidarxistin
Li Tebqayê li ser rewşa jinan panelek hat lidarxistin
Li Tebqayê li ser rewşa jinan panelek hat lidarxistin
Li Tebqayê li ser rewşa jinan panelek hat lidarxistin
17 sibat, 2024   18:12
TEBQA

Bi dehan jinên ji kantona Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, tevgerên jinan, ciwan, komîte û nivîsgehên girêdayî wê beşdarî panela ku li hola Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê hate lidarxistin, bûn. Panel bi diruşma ˊBi xurtkirina rihê neteweya demokratîk em ê komployê têk bibin û dagirkeriyê bi dawî bikinˊ hat lidarxistin.

Di panelê de du mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Mijara yekemîn bi sernavê ˊSiyaseta dewleta Tirk ji hedefgirtin, binpêkirin û sûcên li dijî gelê Sûriyeyê û jinan tevî dîtina çareserî û sînordarkirina dagirkeriyê ji xaka Sûriyeyê reˊ û mijara duyemîn bi sernavê ˊBandorên şer û rewşan û encamên wê yên civakî û derûnî li ser civakê bi giştî û jinan bi taybetˊ ji hêla berdevkê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Nadya El Mihemed ve hatin şîrovekirin.

Nadya El Mihemed di mijara yekemîn de got dewleta Tirk a dagirker, piştî xaka Sûriyeyê dagir kir, ol, etnîk û çand qir kir. Ew yek bi hinceta pêkanîna îstîqrarê pêk anî, lê di dîroka Sûriyeyê de komkujiyên pêk anîne, hîna di bîrewariyê de ne.

Nadya destnîşan kir ku dewleta Tirk ji destpêka krîza Sûriyeyê ve bi hemû rêbazan hewl da pêkanîna çareyên demokratîk asteng bike.

Nadya bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî, mîna guhartina demografiya herêmê, bicihkirina biyaniyan li şûna niştecihên resen, her wiha bal kişand ser rewşa jinên di wan herêman de ji sûcên qetilkirin, tecawîzkirin, talankirin û dizînê.

Nadya diyar kir ku jinan êşên koçberiyê kişandin; mal, milk, xizmên xwe winda kirin û malbat belav bûn, her wiha ji hêla çeteyan ve rastî hemû cureyên tundiyê hatin, mîna li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî. Nadya wiha domand: "Me tu rêxistineke hiqûqî yan jî mirovî nedît ku destwerdanê bike û jinan biparêze."

Dûre beşdaran li ser girîngiya xurtkirina panel û çalakiyan ji bo belavkirina fikra neteweya demfokratîk nîqaş kir.

Di dawiyê de li ser tundiya li ser jinan ji destpêka şoreşa Sûriyeyê û heta roja îro ve sînevîzyonek hate pêşkêşkirin.

(fr)

 ANHA