Li Dêrazorê bazirganekî madeyên hişbir hat girtin

Bazirganekî madeyên hişbir ku hewl didin madeyên hişbir ji herêmên hikumeta Şamê derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bike hat girtin.

Li Dêrazorê bazirganekî madeyên hişbir hat girtin
29 hezîran 2024   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku bazirganekî madeyê hişbirê girtine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê, roja pêncşemê (27’ê Hezîran) bazirgan û belavkarekî madeyên hişbir li rojavayê Dêrazorê girt. Bazirgan dema hewl dida madeyên hişbir herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de di rêya çemê Firatê re bi qaçaxî derbasî herêmê bike, hat girtin. 2 kîlogram heşîşa hişbir a bi bazirgan re hat desteserkirin."

(bb)