Li Efrînê 2 welatî hatin revandin

Li Efrînê 2 welatî ji aliyê MÎT û çeteyên deweleta Tirk a dagirker ve hatin revandin.

Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
28 tîrmeh, 2024   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Efrînê ya ku ji 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye revandina welatiyan bê navber dewam dike.

Çavkaniyek  xwecih diyar kir ku MÎT’a Tirk û çeteyên wê yên navê polîsên leşkerî li xwe dikirin roja 22’yê vê Tîrmehê welatiyê bi navê Mihemed Îzet Koçer ê ji bajarê Cindirêsê revand.

Li gorî heman çavkanî, çeteyên ’SultanSilêman Şah’, ’Emşat’ û ’Hemzat’ 24’ê Tîrmehê welatiyê bi navê Îsa Xelef ê 55 salî jî revand.

Çavkanî diyar kir ku Îsa Xelef ji gundê Ziyaretê ye, bi hinceta ku pezê xwe li nêzî baregeha çeteyan diçêrîne  li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê  hat revandin.

(bb)