Li Efrîna hewldanên guhertina demografiyê didomin

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya guhertina demografiya herêmên dagirkirî de, avakirina mêtingehan li herêmên dagirkirî didomîne.

Li Efrîna hewldanên guhertina demografiyê didomin
27 gulan, 2024   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Şîrketeke avahîsaziyê ragihand ku avakirina mêtingeheke nû li Efrînê dike xilas bike.

Şîrketa El Watan li ser malpera xwe ragihand ku hindik maye projeya avakirina 2 avahiyên duqatî li bajarê Cindirêsê yê Efrînê xilas bike. Ev proje ya rêxistina "Şems El Emel" e.

Li gorî pîvanên avakirinê yên ku şîrketê li ser malpera xwe parve kirine, ew li dijî pîvanên navneteweyî yên avakirina mêtingehan e. Hincet jî "bicihkirina penaberan di avahiyên demkî û kampan" de ye.

(şx)