HPG: Mehmet Yildirim lehengêk welatparêz bû

HPG'ê diyar ku welatparêz Mehmet Yildirim di 24'ê Gulana 2024'an de li navçeya Licê ya Amedê li pêş çavên malbata wî bi hovane hate qetilkirin û got "Em şehîdên malbata Yildirim û hemû şehîdên xwe bi bîr tînin."

HPG: Mehmet Yildirim lehengêk welatparêz bû
27 gulan, 2024   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Mehmet Yildirim ê hate qetilkirin 3 salan li girtîgehê hatibû hiştin û ji sekna xwe ya welatparêziyê tu carî tawîz nedabû.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Têkoşîna heqîqetê ya dayikên me yên Şemiyê ku bi daxwaz, îrade û biryardariyeke mezin dimeşîin kete hefteya 1000'emîn. Aqûbeta bi hezaran şehîdên gelê Kurd ku jê re kiryar nediyar tê gotin, lê belê her kes zane ku kiryar dewleta Tirk a qirker bi xwe ye, îro jî hîn zelal nebûye. Em têkoşîna dayik û malbatên şehîdan a ku ji cîhanê re bûye mînak, bi hurmet silav dikin.

Mixabin êrîşên li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk a qirker ên li dijî gelê Kurd ê bêguneh îro jî bi giranî dewam dikin. Li gundê Nenyas ê navçeya Licê ya Amedê di 24'ê Gulana 2024'an de welatparêzê hêja Mehmet Yildirim ji aliyê dewleta Tirk ve li mala xwe û li pêş çavên malbata xwe bi hovane hate qetilkirin. Dewleta Tirk a faşîst ku dijminê sondxwarî yê geê Kurd e, beriya niha jî ji malbata Yildirim Adnan Yildirim di 3'ê Hezîrana 1994'an de tevî Savaş Bûldan û Haci Karay hate revandin û qetilkirin. Pismamê Şehîd Mehmet Yildirim Medenî Yildirim di 18 saliya xwe de di 28'ê Hezîrana 2013'an di dema çalakiyeke şermezarkirinê de ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibû qetilkirin.

BI HOVANE ÊRIŞ KIRIN Û ŞEHÎD XISTIN

Mehmet Yildirim ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve sala 2008'an hate girtin û 3 salan li girtîgehê hate hiştin, mirovekî me bû ku ji sekna xwe ya welatparêziyê ti carî tawîz neda. Li gundê xwe, li cih û warê xwe bi malbat û nasnameya xwe bi rengekî bi rûmet dixwest bijî, yekane armanca xwe ev bû. Dewleta Tirk a qirker çawa ku ferdên din ê vê malbatê bi xwînxwarî qetil kir, bi hovane êriş bir ser Mehmet Yildirim jî û ew şehîd xist. Vê bûyerê careke din nîşan da ku her kesayetekî Kurd ê azad ku di jiyaneke bi rûmet de israr dike, di hedefa dewleta Tirk a qirker de ye. Gerîla yan jî mirovekî sivîl be, ferq nake. Mehmet Yildirim weke mînakeke mezin a welatparêziya Kurdistanê serî li ber dijmin netewand, teslîm nebû û mîna milîtanekî fedaî ji bo parastina rûmeta xwe ya welatparêziyê li ber xwe da, şer kir û şehîd bû. Ev sekkna welatparêziya bi pîvan a Mehmet Yildirim lehengiyeke gelekî bi rûmet e. Ji ber ku nexwest careke din dîl bikeve destê dijminê qirker û di vê oxirê de şehadet da ber çavên xwe.

Di şexsê Şehîd Mehmet Yildirim de em hemû şehîdên malbata Yildirim û şehîdên xwe yên kiryar diyar bi hurmet û minet bi bîr tînin. Ji bo hêjayî sekneke bi vî rengî ya welatparêziyê ya bi rûmet û hêja bin, em soz didin ku têkoşîna xwe hîn mezin bikin û xwîna wî li erdê nehêlin. Em ji malbata Yildirim a hêja û tevahiya xelkê xwe yê Licê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin."