Civîna eşîran di rojeva çapemeniya erebî de ye

Çapemeniya erebî bal kişand ser civîna duyemîn a Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê û diyar kir ku ev civîn nîşan dide ku Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziyê destê xwe dirêjî her kesî dike û dixwaze têkiliyên xwe bi derve re xurt bike.

Civîna eşîran di rojeva çapemeniya erebî de ye
Civîna eşîran di rojeva çapemeniya erebî de ye
27 gulan, 2024   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

25’ê Gulanê civîna duyemîn a Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Ji bo Sûriyeya yekgirtî û nenavnedî; diyalog, ewlehî û avakirin" li Hesekê pêk hat.

Rojnameya El Ereb nûçeyek bi sernavê "Hêzên Sûriyeya Demokratîk peyama lihevhatinê dide hundir û herêmê” weşand.  Di nûçeyê de hate gotin QSD’ê di civîna duyemîn a Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê de peyamên lihevhatinê ji aliyên hundirîn û herêmî re şandin. Her wiha hate diyarkirin ku QSD’ê tawanên aliyên dijber ku wek "projeyeke cudaxwaz" li herêmê dibînin, derewandin.

Di dewama nûçeyê de hate gotin: “Rêveberiya Xweser tê gihaştiye ku serkeftina projeya wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêza wê , bi tengavkirina eniya dijberan û berfirehkirina xeleka hevalbendan ve girêdayî ye. Ev yek jî dilgiraniya wê diyar dike ku ji bo rawestandina şer destê xwe dirêjî hemû aliyên dijber kiriye.”

Her wiha hate diyarkirin ku li gorî çavdêran astengiyên mezin li pêşiya Rêveberiya Xweser hene, yek ji wan helwesta hikumeta Şamê ye ku gavên Rêveberiya Xweser red dike û li hemberî êrişên dewleta Tirk ên domdar dengê xwe nake.

Di dewama nûçeyê de hate gotin: “Çavdêr dibêjin gavên ku Rêveberiya Xweser di mehên dawîn de avêtine, bi taybet girîngiya ku dide saziyên fermî, destûreke taybet ji bo herêmê, dibe ku bibe destpêka çareseriya dawîn ji aloziya Sûriyeyê re, bi taybet bi rêya avakirina pergaleke nenavendî ku civata navneteweyî dipejirîne."

Rojnameya Şerq El Ewsat jî îşaret pê kir ku di civînê de mudaxeleyên şêxên eşîran, kesayetên siyasî û leşkerî yên herêmê çêbûn. Her wiha hate diyarkirin ku hikumeta Şamê li hemberî vê tu helwest nîşan neda.

(bb)