Li Dirbêsiyê hezar dar tên çandin

Şaredariya Gel a Dirbêsiyê li navenda navçeyê û bajarokên girêdayî wê di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de hemleya çandina hezar darî da destpêkirin.

Li Dirbêsiyê hezar dar tên çandin
Li Dirbêsiyê hezar dar tên çandin
Li Dirbêsiyê hezar dar tên çandin
Li Dirbêsiyê hezar dar tên çandin
Li Dirbêsiyê hezar dar tên çandin
17 sibat, 2024   16:20
HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û zêdekirina rûberên şînkahiyê de Şaredariya Gel a Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê li navenda navçeyê û şaredariyê girêdayî wê dest bi çandina hezar darên xurmê kir. Di hemleyê de endamên sazî û meclisên navçeyê beşdar bûn.

Der barê mijarê de endamê rêvebera Nivîsgeha Jîngehê ya Dirbêsiyê Zêdan Nûh ji ajansa me re axivî û wiha got: "Em ê li rojhilatê navçeyê û peyarêyên kolanên navçeyê 300 dar biçînin, her wiha hejmara din jî li şaredariyên bajarokan biçînin. Ev hemle hefteyekê dewam dike."

Nûh wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ê hemleyên mîna vê di rojên pêş de jî dest pê bikin, ji wê zêdetir daran di 4ˊê Nîsanê de biçînin."

(fr)

ANHA