Bi hezaran xwendekar ji mafê perwerdeyê bê par in

Li kantona Cizîrê 4 hezar û 300 xwendekar ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ji xwendinê bê par in.

1 îlon 2024   05:35
NAVENDA NÛÇEYAN
EBDULXENÎ EL HAMAN

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 14’ê Tebaxê ragihand ku dê 1’ê Îlonê sala perwerdeyê ya 2024-2025’an dest pê bike. Desteyê diyar kir ku werza yekemîn dê 2’ê Çileya 2025’an bi dawî bibe û werza duyemîn 15’ê Çileya 2025’an dest pê dike û 15’ê Gulanê bi dawî dibe.

Çîgirê Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê Azad Berazî diyar kir ku ji bo sala nû ya perwerdeyê dê 4 hezar û 100 dibistan werin vekirin û nêzî 900 hezar xwendekar li van dibistanan perwerdeyê bibînin. Berazî destnîşan kir ku hejmara mamosteyan 41 hezar e û hejmara karmendên qada perwerdeyê nêzî 50 hezarî ye.

Li gundewarên Til Temir û Zirganê yên kantona Cizîrê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bi hezaran xwendekar ji xwendinê bê par in.

Hevserokê Gerînendetiya Dibistanên Til Temirê Xidir Mîzer El Ilêwî bi bîr xist ku bi destpêka êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên sala 2019’an re zirarên mezin li sîstema perwerdeyê bûn û ev agahî parve kir: "Dagirkeran dest danîn ser 26 dibistanan û 20 dibistanên din wêran kirin. Li gund û bajar 83 dibistan vekirî ne, lê ji zêdetirî 6 hezar xwendekarî nêzî hezar û 500 xwendekar ji mafê xwe yê perwerdeyê bê par in."

Desteya Perwerde û Fêrkirinê di salên borî de gelek ode wek dibistanên demkî pêşkêş kiribûn, lê ode têra tevahî xwendekaran nedikir.

Li bajarê Zirganê yê bakurê Til Temirê jî ku li hemberî herêmên dagirkirî ye, dibistan ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve tên hedefkirin. Di encama êrişan de 5 dibistan bi temamî hatin girtin, dagirkeran 29 dibistanên li gundên dagirkirî yên Zirganê kirine baregehên leşkerî. Di heman demê de ji ber êrişên berî 4 dibistan hilweşandin.

Li gorî Gerînendetiya Dibistanan a bajarê Zirganê, ji 8 hezar û 500 xwendekaran nêzî 2 hezar û 800 xwendekar nikarin bixwînin.

(bb)

ANHA