Di êrişa li dijî pîrozbahiya Cihûyan de 12 kes mirin

Medyaya Îsraîlê ragihand ku li berava Bondi Beach ya li Sydney ya Awistralya di dema pîrozbahiyeke Cihûyan de êriş hat kirin.

Di êrişa li dijî pîrozbahiya Cihûyan de 12 kes mirin
14 kanûn, 2025   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Kanala 14 a Îsraîlê, dema pîrozbahiyan Cejna Hanukkah ku 8 rojan dewam dike gule hatin reşandin. Di encamê de 12 kes hatin kuştin û 29 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihand ku di dema bûyerê de nêzî 2 hezar li pîrozbahiyê amade bûn.

 Rayedarên Awistralyayê heya niha der barê bûyerê de daxuyanî neda.

GELO YAHÛDÎ HATIN HEDEFGIRTIN?

Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog êrîş weke “êrîşeke zalimane ya li dijî Yahûdiyan” pênase kir û bi rengekî tund şermezar kir û bang li Awûstralyayê kir ku têkoşîna li dijî antîsemîtîzmê xurt bike.

Lê belê rayedarên Awûstralyayî ragihandin ku îspateke ku êrîş bi fermî civaka Yahûdî hedef girtiye, nîne.

Polîsên Awûstralya diyar kirin ku piştî bûyerê 8 kes birin nexweşxaneyê.