Li dijî komploya 15’ê Sibatê çalakî hatin lidarxistin

Ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, li Kobanê, Hesekê û Tebqa çalakî hatin lidarxistin.

4 sibat, 2024   16:31
KOBANÊ

Li navçeya Qinê ya Kobanê ji bo şeremzarkirina Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Kongra Star ve hat lidarxistin.

Şêniyên navçeyê herikîn bin kon û axaftin hatin kirin. Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê-Şaxê navçeya Qinê Hîlal Elî axivî û got: " Rêber Apo di nav çar dîwaran de ye, lê raman û felsefeya wî azad in. Em ê har tim li pey fikir û felsefeya Rêberê xwe bin. Ramanên Rêbertî ji dijminên hov re bûne cihê tirsê."

Hîlal El Elî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir.

Rêveberiya Kongra Star a navçeya Qinê Sûad Şêx Demir wiha got: "Em ê têkoşînê xurt bikin ta dîwarê Îmraliyê hilweşînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin."

HESEKÊ

Bi heman armancê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê semîner da. Semîner li hola Meclisa Gel bi beşdarbûna bi dehan malbatên şehîdan hate dayîn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Foza Yûsif ba bi semînerekê bal kişand ser armancên dewletên ku di komployê de beşdar bûne û rêbazên wan û destnîşan kir ku armanca komployê têkbirina fikrê azad ê şoreşgerî ye.

Foza Yûsif destnîşan kir ku ew siyaset tev bi bin ketine ji ber ku êdî fikrên Rêber Abdullah Ocalan belav bûne û bûne çiraya gelên cîhanê.

Beşdaran destnîşan kir ku pêwîst e rêya fikrên Rêber Abdullah Ocalan bên şopandin û fikrên wî bi awayekî berfirehtir li cîhanê bên belavkirin û asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bê bilindkirin.

TEBQA

Rêxistinên Civaka Sivîl ên Tebqayê bi nêzîkbûna salvegera 25'emîn a komploya navneteweyî, bi daxuyaniyekê komplo şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Yekitiya Kedkaran Zeyneb Kenan ve li pêşiya avahiya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Tebqayê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku destê îstixbarata cîhanê û herêmê di serî de ya Amerîka, dewleta Tirk a dagirker û Îsraîlê di komployê de hebû.

Di berdewama daxuyaniyê de kiryarên dermirovî û binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda li ser wî hatin şermezarkirin û berxwedana wî ya di nav dîwarên zîndana Îmraliyê de hat silavkirin.

Her wiha, di daxuyaniyê de hat gotin, gelên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê têkoşîna xwe û belavkirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan heta avakirina civakeke demokratîk, azad û aştîxwaz, bidomînin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû azadîxwazan hat kirin ku tev li têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin ji ber ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan e.

(mh)

ANHA