QSDˊê nasnameya şervanekî xwe li Minbicê şehîd bû aşkera kir

QSDˊê nasnameya şervanekî di Hêzên Cebhet El Ekrad de Hêlan Cilwî El Ferîc El Selame (Seqman) aşkera kir û diyar kir ku ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan û parastina ewlehiya herêmê li ser şopa şehîdan bin.

QSDˊê nasnameya şervanekî xwe li Minbicê şehîd bû aşkera kir
4 sibat, 2024   16:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî di Hêzên Cebhet El Ekrad de aşkera kir.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Hîna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin, di êrişên xwe de balafirên bêmirov, çekên giran, tank, moşek û çekên din bi kar tînin, da ku ewlehî û îstîqrara herêmê tevlihev bikin.

Lê şervanên me li hember tevahî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê disekinin, da ku parastina xelkê herêmê ji êrişên dagirkeriyê bikin.

Di eniyekî Minbicê de şervanê me Seqman ê ji Hêzên Cebhet El Ekrad ên girêdayî hêzên me di bersivdana êrişên dagirkerî û çeteyên wê de şehîd bû.

Hevrêyê me şehîd tev li Hêzên Cebhet El Ekrad bû, tev li gelek dewreyên leşkerî bû. Di perwerdeyan de pisporên şer wergirt, beşdarî gelek hemleyên leşkerî yên li dijî rêxistina DAIŞˊê ya terorîst bû û berxwedaneke mezin tevî hevrêyên xwe raber kir.

Em sersaxiyê didin malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdên xwe, em ê armancên şehîdan ên rizgarkirina herêmên dagirkirî pêk bînin û parastina ewlehiya xelk û herêmên xwe bikin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê tevgerî: Seqman

Nav û paşnav: Hêlan Cilwî El Ferîc El Selame

Navê dayikê: Betle

Navê bav: Cilwî.

Cih û dîroka jidayikbûnê: Meskenê/2003

Cih û dîroka şehadetê: Minbic-Erîma-02.02.2024."

(fr)