Xelkê Minbicê şehîd Hêlan El Selame oxir kir

Xelkê kantona Minbicê cenazeyê şervanê Hêzên Cebhet El Ekrad Hêlan El Selame oxir kir û soza şopandina rêça şehîdan û tolhildanê da.

Xelkê Minbicê şehîd Hêlan El Selame oxir kir
Xelkê Minbicê şehîd Hêlan El Selame oxir kir
Xelkê Minbicê şehîd Hêlan El Selame oxir kir
Xelkê Minbicê şehîd Hêlan El Selame oxir kir
Xelkê Minbicê şehîd Hêlan El Selame oxir kir
Xelkê Minbicê şehîd Hêlan El Selame oxir kir
Xelkê Minbicê şehîd Hêlan El Selame oxir kir
Xelkê Minbicê şehîd Hêlan El Selame oxir kir
Xelkê Minbicê şehîd Hêlan El Selame oxir kir
4 sibat, 2024   16:59
MINBIC

Bi sedan xelkê kantona Minbicê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ya kantonê, komîte û saziyên girêdayî wê, meclisên sivîl, partiyên siyasî, Meclisa Kombûna Jınan a Zenbûiya, Meclisa Malbatên Şehîdan, rûspî û şêxên eşîran berê xwe goristana şehîdan û cenazeyê şervanê Hêzên Cebhet El Ekrad Hêlan El Selame oxir kir.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Minbicê Huda El Ebdullah axivî û got: "Bajarê Minbicê êdî bûya kaniya lehengên di oxira welatê xwe de şehîd bûne."

Huda wiha domand: "Şehîdan di parastina welat de mohra xwe li dîrokê da. Şehîd Hêlan di oxira gel bi ewlehî û îstîqrar bijî de canê xwe feda kir. Ji lew re em soz didin şehîdan em ê li ser rêça wan bin û parastina welat bikin."

Li aliyekî din jî endamê Fermandariya Hêzên Cebhet El Ekrad Ehmed Bêrwarî axivî û wiha got: "Şehîd Hêlan soz da hevrêyên xwe yên şehîd ku li ser şopa wan be û soza xwe bi cih anî."

Bêrwarî wiha domand: "Şehîdên me pêşengên me ne, em rojane şehîdan ku vî welatî biparêzin. Em soz didin ku li ser rêça şehîdan xwe bin."

Her wiha endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Xelîfe li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Minbicê axivî û wiha got: "Bi israra xelkê xwe û hêzên xwe em ê li ser xaka xwe bin û parastina destkeftiyên projeya neteweya demokratîk bikin. Em soz didin şehîdan tola wan hildin û rêça wan bişopînin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

ANHA