Li dijî baregeha Amerîka ya Herîrê êriş

Baregeha Herîrê ya hêzên Amerîkayê bi balafireke bêmirov hate hedefgirtin, lê li gorî agahiyan tu zirar negihiştiye baregehê.

Li dijî baregeha Amerîka ya Herîrê êriş
5 ÇILE, 2024   17:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Baregeha leşkerî ya Herîrê ya hêzên Amerîkayê  ku nêzîkî Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêrê ye, bi balafireke bêmirov hate hedefgirtin. Li gorî agahiyên der barê êrişê de belav bûne, hate zanîn ku tu zirar negihiştine leşkeran û baregehê.

Piştî destpêkirina şerê Îsraîl û Hemasê, Koma Berxwedana Îslamî ya Iraqê li dijî baregehên Amerîka û Koalîsyonan Navnetewî yên li Iraq û Sûriyeyê bi rêya balafirên bêmirov bi dehan car êriş pêk anîne.