Li Dêrikê însiyatîfa paqijiyê
Di çarçoveya însiyatîfa paqijiya giştî ya teşwîqkirina paqijiyê de Şaredariya Gel a Dêrikê xebatên paqijkirina tax û sûka bajêr bi dawî kirin. Şaredarî di hefteya bê de însiyatîfên din bi komînan re li dar dixe.
Di 18'ê Tebaxa 2024'an de Şaredariya Gel a Dêrikê însiyatîfeke giştî ya paqijkirina bajêr li dar xist. Di însiyatîfê de hevseroketî û endamên şaredariyê beşdar bûn.
Însiyatîfê15 rojan dom kir û rojane ji saet 8'ê sibê heta 3'yê êvarê bû. Di însiyatîfê de beşdaran bang li şêniyan kir ku çanda paqijiyê geş bikin.
Di însiyatîfê de gemar, çop û ax bi rêya wesayîtên Şaredariya Gel a Dêrikê hatin rakirin.
Şaredariyê da zanîn ku ew ê hefteya bê însiyatîfeke din bi rêya komînan li dar bixin.
(mh)
ANHA