Navên kesên dewleta Tirk qetil kirine, aşkera bûn

Dewleta Tirk a dagirker li Serbajêr wesayîta malbatekê kir hedef. Di êrişê de Bûrhan Seîd, bavê wî û kurê wî jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên wan ji bo veşartinê ber bi Kunemasiyê ve hat birêkirin.

Navên kesên dewleta Tirk qetil kirine, aşkera bûn
5 îlon 2024   20:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Hermêle yê li sînorê navçeya Çiwarta ya Silêmaniyê wesayîta welatiyên sivîl bombebaran kir û di encamê de sê welatî hatin qetilkirin. Navên her sê welatiyên sivîl aşkera bûn.

Di êrişê de Bûrhan Seîd, bavê wî û kurê wî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, welatiyê bi navê Bûrhan Seîd (38) ê ji gundê Çemekê ye, bavê 7 zarokan e û ajokarê wesayîtê bû.

CENAZE JI BO VEŞARTINÊ HATIN BIRÊKIRIN

Cenazeyên her sê kesên hatin qetilkirin piştî karên li Saziya Tipa Edlî ya Silêmaniyê hatin wergirtin û ji bo veşartinê ber bi cihê ku wê bên veşartin hatin birêkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin cenazeyê Bûrhan Saîd ê di êrişê de hat qetilkirin wê li gundê Çemekê, cenazeyên bav û kurê wî jî li gundê Kunemasî yê Şarbajêr bên veşartin.