Li Dêrazorê stasyoneke nû ya avê tê xebitandin

Yekitiya Şaredariyên Dêrazorê stasyona avê ya El Meraşîde ya li bajarê Sûsê careke din dixe xizmetê. Li gorî berpirsên şaredariyê, stasyon dê avê ji 6 hezar kesî re dabîn bike.

21 ÇILE, 2025   10:54
DÊRAZOR

Yekitiya Şaredariyên Dêrazorê di Hezîrana 2024ˈan de xebatên jinûvexebitandina stasyona ava vexwarinê ya li gundê El Meraşîda yê bajarê Sûsê yê gundewarên rojhilatê kantona Dêrazorê dabûn destpêkirin. Stasyon dê avê bide taxên El Wezra, Delîmat, Eyban, Um El Lêlî û El Hemade yên Sûsê. 

Li bajarê Sûsê 3 stasyonên avê hene ku ji sedî 50 avê ji niştecihên bajar û gundên girêdayî wê re dabîn dikin. Bi xebitandina stasyona El Meraşîdayê re dê ji sedî 80 niştecihên Sûsê sûdê ji stasyonên wergirin.

Di çarçoveya xebitandina stasyonê de, bingeh, dîwar, ode û sûrên stasyonê hatin avakirin û pêdiviyên wê yên mekanîk û elektrîk hatin danîn, her wiha jeneratorek nû ya Scania D13, motorek 25 HP jî û motoreke ava paqij a 75 HP hatin danîn.

Têkildarî gihandina avê ji bo malan, hevserokê Şaredariya Gel a Bajarê Sûsê Mehmûd El Salim der barê stasyonê de ev agahî dan: "Me der barê stasyonan de gelek xebat pêk anîn, me xetên sereke û yên şaxê çêkirin û gihandina malan. Di çend rojên bê de wê stasyon bikeve xizmetê."

Mehmûd El Salim destnîşan kir ku lêçûna stasyonê bi çêkirin û dabînkirina alavên wê yên nûjen bi qasî milyonek û 210 hezar e.”

(bb)

ANHA