Guhertinên li Sûriyeyê û sondxwarina Trump rojevên rojnameyên erebî ne

Gelek pirs der barê siberoja Sûriyeyê de derdikevin û êdî pêdivî pê heye ku nasnameyeke yekgirtî peyda bide, li aliyekî din çavdêr dibêjin ku gotin û kirinên Trump nîşan didin ku ew dê bibe împarator.

Guhertinên li Sûriyeyê û sondxwarina Trump rojevên rojnameyên erebî ne
21 ÇILE, 2025   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa guhertinên li Sûriyeyê, merasîma sondxwarinê ya Trump da ku bi fermî dest bi erka serokatiya DYA’yê bike, êş û azarên li Xezayê kirin.

‘SIBEROJA EZMÛNA SÛRIYEYÊ DI NAVBERA GANDÎZM, MANDELAÎZM Û RABINÎZMÊ DE’

Rojnameya El Ereb a Londonê der barê pirsa Sûriyeyê de, behsa çend pirsan li ser siberoja Sûriyeyê kir û wiha nivîsand: "Ezmûna Sûriyeyê bi pêşketin û guhertinên xwe ve, gelek pirsan çêdike, pirsa herî girîng jî ev e: lîderê Heyet Tehrîr El Şam Ehmed El Şera heta çi radeyê dikare nêrîna xwe ya ku diyar kiriye, pêk bîne; dema dibêje “Perspektîfên avakirina dewletê ne wekî yên destpêkirina şoreşê ne.” Gelo ew dikare aloziyên heyî derbas bike û destê xwe deyne ser pêkhateyên din û wan bixe çarçoveya artêşeke Sûriyeyê ya yekgirtî?

Rojnameyê destnîşan kir ku "Serkeftina van xebatan girêdayî vê yekê ye ku gotin pratîze bibin û tu rê li pêşiya sûriyeyiyan tune ye ji bilî xebata dijwar a ji bo avakirina dewleteke sivîl û piralî ku tê de qanûn serwer be.”

‘TACKIRINA TRUMP Û DESTPÊKA SERDEMA ÎMPARATORIYAN’

Rojnameya El Şerq El Ewset behsa destbikarkirina Trump û siyaseta nû ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kir û wiha nivîsand: "Donald Trump duh bû serokê DYA’yê û bi hatina wî re pirsên çarenûsî derdikevin holê: siyaseta DYA’yê dê çawa be? Gelo Trump dikare sozên xwe bi cih bîne û dê bibe serok yan împarator?

‘EL XELÎC: DIVÊ DEWLET HEBE’

Rojnameya El Xelîc jî bal kişand ser mafên gelê Filistînê û wiha nivîsand: "Niha piştî ku top bê deng bûn û wêranî û kuştin rawestiya û gelê Filistînê li Xezayê vegeriya jiyana xwe ya normal û ji bin kavilan derkevin, êdî daxwaza dewleteke Filistînê ne sloganek e, lê bûye rastiyek û divê dereng nemîne. Li gorî demeke diyarkirî were pêkanîn, ji ber ku ev daxwazeke rast e û ne xêrek e, ji bo ku ew karesat her car dubare nebe.”

(k)