Li Dêrazorê belavkarekî narkotîkê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn belavkarekî narkotîkê li herêma El Kesra ya li rojavayê Dêrazorê destgîr kir.

Li Dêrazorê belavkarekî narkotîkê hate girtin
10 adar, 2024   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ev agahî parve kirin: 

"22`yê Sibatê (pêncşemê) hêzên me li herêma Kesrat a rojavayê Dêrezorê belavkarekî madeyên hişbir girt.

Belavkarê madeyên hişbir dema ku bi motorsîkletê di nuqteyeke hêzên me yên ewlehiyê re derbas dibû, hat teftîşkirin û di dema teftîşê de hebên hişbir ên ku di bin kursiya motorsîkletê de hatibûn veşartin, dîtin. Ew jî wiha ne: 56 hebên Captagon, 300 dolar û telefonek.

Hêzên me kesê destgîrkirî û tiştên di destî wî de hatine desteserkirin, ji bo ku der barê wî de tedbîrên qanûnî bên girtin, radestî rayedarên peywendîdar kir."

(şx)