Dewleta Tirk gundek Amêdiyê bombebaran kir

Beriya demek kurt balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Sergelî yê li sînorê Çiyayê Metîna bombebaran kir.

Dewleta Tirk gundek Amêdiyê bombebaran kir
10 adar, 2024   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatine ragihandin, beriya demek kurt, balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Sergelî yê li sînorê Çiyayê Metîna yê li bajarokê Amêdiyê ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kir.

Heta niha derbarê ziyanên canî û madî yên bombebaranê de agahî nehatine bidestxistin.

Hêjayî gotinêye ku rojane dewleta Tirk a dagirker gund û navçeyên Herêma Kurdistanê bombebaran û topbaran dike û welatiyan dike hedef. Lê li beramberî bombebaran û êrişên dewleta Tirk a dagirker ne hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê ne jî hikûmeta Iraqê helwest û bertekek cidî raber nekiriye û bêdengiyê hilbijartine.