HPG: Dewleta Tirk sûcê şer dike

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de daxuyanî da û got: “Dewleta Tirk bi êrîşê xwe  sûcê şer dike.”

HPG: Dewleta Tirk sûcê şer dike
10 adar, 2024   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN 

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di derbarê êrîşên dewleta Tirk de daxuyaniyêk da û got: “Bombardûmana hewayî ya artêşa Tirk a dagirker ya Şêladizê sûcê şer e.”

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Xakurkê;

7'ê Adarê saet di 13:20'î de li Girê Şehîd Kamûran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li herêma Zapê;

9'ê Adarê saet di 14:00 de li qada Şehîd Diyar bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

8'ê Adarê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

7, 8 û 9'ê Adarê li herêma Metînayê qadên Şêlazê, Golka û Serê Metînayê 5 caran, li herêma Rojvayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên Girê Bihar, Girê Amediyê û Girê Cûdî 6 caran, li herêma Xakurkê qada Ava Lolanê 4 caran, li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm 2 caran, li herêma Garê qadên Kanî Sarkê û Girê 2 caran bi giştî 19 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

7'ê Adarê qada Ava Lolanê ya herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

NAMERDIYA DEWLETA TIRK A DAGIRKER WÊ JÊ RE NEMÎNE

8'ê Adara 2024'an di bombardûmana hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de ji Şêladizê Seîd Mubarek û Aras Ferec şehîd bûn û kurê Seîd Mubarek Salih Mubarek jî birîndar bû. Beriya her tiştî em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û şîfayê ji Salih Mubarek ê birîndar re dixwazin. Di heman demê de 20'ê Sibata 2024'an pêşmergeyên bi navê Arîf Taha û Beşîr Omer Alî di bombardûmana hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker ku dijminê sondxwarî yê Kurdan e, bi zanebûn êrîşî gelê herêmê dike, sivîlan qetil dike û bi vî rengî sûcê şer dike. Hesabê wê yekê dike ku bi vî rengî gelê Kurd ê welatparêz bitirsîne û bitepisîne. Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî gerîla nikare şer bike, bi rengekî namerdî ji hewayî bombeyan li mirovên sivîl û bêmirov dibarîne. Gelê me yê Kurdistanê yê welaparêz divê zanibe ku ev namerdiya dewleta Tirk wê jê re nemîne."