Li Derayê efserekî hikumeta Şamê hate kuştin

Efserekî hêzên hikumeta Şamê ji aliyê çekdarên nenas ve li Derayê hate kuştin.

Li Derayê efserekî hikumeta Şamê hate kuştin
10 adar, 2024   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih yên ji Derayê ragihand ku efserekî ewlehiya siyasî ya hikumeta Şamê ji aliyê kesên çekdar ve li rojavayê Derayê hatiye hedefgirtin û di encamê de hatiye kuştin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) bi vê daneyê re, hejmara bûyerên hedefgirtinê li Derayê ji destpêka salê ve derket 58’an û di encamê de 69 kes hatine kuştin.

(şx)