Rûsyayê 32 zarokên DAIŞ`ê vegerandin

Rûsyayê 32 zarokên malbatên DAIŞ`ê yên ji Rûsyayê bi koordîneya bi Rêveberiya Xweser re vegerandin.

Rûsyayê 32 zarokên DAIŞ`ê vegerandin
10 adar, 2024   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsera Mafên Zarokan a Rûsyayê Mariya Belova ji dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê re axivî û ragihand ku welatê wê, beşeke din a zarokên çeteyên DAIŞ`ê yên Rûs ên li kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegerandine.

Mariya Belova destnîşan kir ku xebatên vegerandina zarokan bi koordîneya Rêveberiya Xweser re pêk hatine û dê 32 zarok li xizmên wan ên li Rûsyayê bêne vegerandin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek kamp hene ku tê de bi hezaran malbatên DAIŞ`î yên ji 52 welatên biyanî bi cih bûne.

Rêveberiya Xweser her tim bang li dewletan dike ku welatiyên xwe yên di nava DAIŞ`ê de vegerînin û vê dozê paşguh nekin, ji ber ku li ser herêmê û cîhanê xetere ye.

(şx)