Di êrişên DAIŞ`ê de 195 kes hatine kuştin

Ji destpêka salê ve di êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî herêmên cuda yên çolistana Sûriyeyê de 195 kes hatine kuştin.

Di êrişên DAIŞ`ê de 195 kes hatine kuştin
10 adar, 2024   14:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka 2024’an ve di êrişên çeteyên DAIŞ`ê de li herêmên cuda yên çolistana Sûriyeyê 195 kes hatine kuştin.

SOHR`ê da zanîn ku DAIŞ`ê ji destpêka salê ve li dijî herêmên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê, 70 êriş kirine û bi rêbazên wekî kemîn, teqîn û hedefgirtina erebeyan pêk hatine.

Di encama êrişan de 32 welatî, 141 endamên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê û 22 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Zêdetirî nîvê êrişan anku 33 êriş li çolistana Himsê, 24 li Dêrazorê, 6 êriş li çolistana Reqayê, 6 êriş li çolistana Hemayê û êrişek li çolistana Helebê pêk hatiye.

(şx)