Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derfeta barîna baranê heye

Li gorî Gerînendetiya Giştî ya Meteorolojiyê ya Sûriyeyê, dibe sibe bi gelemperiya welat û bi beşî ewr be. Her wiha got, derfeta barîna baranê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derfeta barîna baranê heye
10 kanûn, 2023   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Pileyên germahiyê nêzî 2 heta 5 pileyan ji hevkêşeya xwe bilindtir e, ji ber Sûriye ketiye bin bandora deprasyona hewayê ya sererdê tevî hewayên başûr-rojava li çînên atmosfê yên bilind.

Gerînendetiya Giştî ya Meteorolojiyê ya Sûriyeyê vê sibehê diyar kir ku sibe bi awayekî gelemperî hewa bi beşî ewr e û şanseke lawaz a barîna baranê li herêmên beravê û bakur-rojava heye û bi şev li piranî herêman hewa sar e û li hin herêmn hundirîn di saetên şev û sibeha zû de mij heye.

Gerînendetiyê diyar kir ku ba rojhilat ber bi başûr-rojhilat ve û hêdî ye û pêlên deryayê navîn û hinekî bilind dibin.

Sibe bi gelemperî derfetên barîna baranê li herêmên başûr û başûr-rojhilat, beyarê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye û pile hin ji asta xwe bilindtir e.

(fr)