Li Idlibê di teqînê de 3 kes hatin kuştin

Li bajarokê Termanîn ê Idlibê di malekê de teqîn çêbû. Hate diyarkirin ku di encama teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Idlibê di teqînê de 3 kes hatin kuştin
26 tîrmeh, 2025   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn ku duh (În) li bajarokê Termanîn ên li bakurê Idlibê di malekê de teqîn çêbû, di encamê de ji heman malbatekê jinek û zarokek û mêrekî kesan jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Parastina Sivîl a hikumeta veguhêz der barê mijarê de agahî li ser hesabê xwe yê Telegramê weşand û diyar kir: "Termên kuştiyan hatin rakirin, birîndar jî ji binê kavilan hatin rakirin û ji nexweşxaneyê re hatin veguhastin.”

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî ewlehiyê ji bajar dane medyaya xwecih, teqîn ji ber teqîna teqemeniyan çêbûye.

(bb)