Li bajarê Hesekê xwediyên tankên avê rabûn xwepêşandanê

Li bajarê Hesekê bi dehan xwediyên tankên avê rabûn xwepêşandanê. Daxwaz kirin ku miqdara mazotê ya didin wan zêde bikin û gotin mazot têra me nake.

Li bajarê Hesekê xwediyên tankên avê rabûn xwepêşandanê
Li bajarê Hesekê xwediyên tankên avê rabûn xwepêşandanê
Li bajarê Hesekê xwediyên tankên avê rabûn xwepêşandanê
Li bajarê Hesekê xwediyên tankên avê rabûn xwepêşandanê
8 tîrmeh, 2026   11:52
HESEKÊ

Îro (çarşemê) bi dehan xwediyên tankên avê li çarxerêya El Mişêrfê ya bajarê Hesekê derketin xwepêşandanê. Di xwepêşandanê de gotin miqdara mazotê ya ku didin wan, têra wan nake û xwestin zêde bibe. Her wiha anîn ziman ku ew neçar dimînin mazotê ji bazara reş biha bikirin. Ev jî dibe sedema ku pirsgirêka avê li Hesekê çareser nebe.

Xwediyên tankên avê diyar kirin ku mazot têra wan nake û ne li gorî karê wan ê rojane ye û heke rewş wisa bidome dê karê xwe rawestînin. Ev jî dê bibe sedem ku şêniyên Hesekê yên gelek taxan bê av bimînin.

Mihyedîn Tahir got: "Tenê 20 litr mazotê didin me, ev miqdara mazotê tenê têra du caran dike. Weke dîtir em neçar dimînin li ser hesabê xwe mazotê ji bazara reş bikirin. Li gorî biryarên derketine divê em 5 bermîlên avê bi 35 hezar lîreyî sûrî dagirin û ev dibe sedema ku em gelekî ziyan bibînin. Em daxwaz dikin ku miqdara mazota didin me zêde bikin. Ji bo em ziyanê nebînin ya em ê buhayê avê zêde bikin an jî em ê dev ji kar berdin û şênî dê bê av bimînin."

Ehmed Ebo jî pirsî ez ê çawa mazotê biha bikirin û wiha pê de çû: "Di heman demê de bi buhayê berê avê dagirim? Ev ne raste, em bi zorê avê peyde dikin û ava şêniyan dadigirin. Pirsgirêka me ne tenê mazote, stasyonên sotemeniyê nayên kontrol kirin, em ji aliyên têkildar dixwazin destwerdan bikin û belavkirina mazotê kontrol bikin."

Pirsgirêka avê ya Hesekê piştî dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê Serêkaniyê (2019) dagirkirin, dest pê kir. Li gorî dezgehên raghandinê gotin diviyabû meha tîrmehê stasyona Elokê xebitîbane lê ev yek pêk nehat û hîna pirsgirêka avê ya Hesekê didome.

(np)

ANHA