Yekîtiya cotkarên Siwêdayê bang li xwediyê patozan kir

Serokê Yekîtiya Cotkaran li Siwêdayê Samir El Seadî bang li xwediyê patozan kir ku ji bo rizgarkirina berhema genim, demildest berê xwe bidin parêzgehê. El Seadî diyar kir xebatê firotina berhem hatiye temamkirin, aliyên peywendîdar jî dosyayên depokirinê û serifkirina parên cotkaran dişopînin.

Yekîtiya cotkarên Siwêdayê bang li xwediyê patozan kir
8 tîrmeh, 2026   11:46
SIWÊDA

Serokê Yekîtiya Cotkaran li Parêzgeha Siwêdayê Samir El Saedî ji bo çinîna zeviyên genim daxwaz ji xwediyê patozan kir ku demildest berê xwe bidin parêzgehê. El Saedî da zanîn ku derengmayîna çinînê li ser mewsimê çandiniyê xeteriyeke û dihêle ku berhem ji avêtinê re be.

Li parêzgehê hejmara patozan têra mewsimê çandiniyê nake û xwediyê patozan ên derveyî parêzgehê ji ber rewşa ewlehiyê ya ne bi istiqrar ji bo çûyînê dudilî dibin. Ev yek dihêle metirsiya li ser berhemê genim û şewata zeviyan zêde bibe.

Têkildarî rewşa çinînê li Siwêdayê El Saedî bi rêya ajansa me re bi vê gotinê bang kir “Em bang li kesên xwedî wijdan dikin”, El Saedî daxwaz ji xwediyê patozan kir ku di heyama 2 rojan an 3 rojên bê de pêdiviyên parêzgehê pêk bînin. Genim bi temamî giiştiye, heke dereng bimîne wê zirarên mezin rastî cotkaran were. 

El Saedî destnîşan kir ku li Parêzgeha Siwêdayê rûberên berfireh ên ku bi genim hatine çandin heye û kategoriyên xwedî qelîteyên baş ji genim derdixînin. Ji bo parastina berhemdayînê û pêkanîna feydeya cotkaran piştî ked û lêçûnên mezin, tê xwestin ku kedeke bi awayeke hevkar jê re bê dayîn û bi awayeke bi lez bê çinîn.  

Serokê Yekîtiya Cotkaran da zanîn ku yekîtî di xebatê xwe de bal dikşîne ser mafê cotkaran û firotina berhemê genim. Ji bo misogerkirina wergirtina berhem bi rêya nivîsgehên genim bi aliyên têkildar re, peywendî hatiye çêkirin.

El Saedî diyar kir ku dosyaya depokirina genim ne xebatê Yekîtiya Cotkara ye, berpirsyartiya wê ya aliyên peywendîdar e weke Nivîsgeha Genim û ya Aş e, yekîtî bi saziyên pispor re ji bo meşandina vê xebatê bi awayeke guncaw dişopîne.

El Saedî destnîşan kir ku pêvajoya dayîna bihayê genim wê bi rêya şaxên Banka Çandiniyê (şaxê Siwêda, şaxê El Herîqa li Şamê) bê dayîn. Parên cotkaran bi rêya fatoreyan bi awayeke sîstematîk ji Nivîsgeha Genim nehatiye rawestandin, aliyên peywendîdar xebatê li gorî pêwîstiyên her demê pêk tînin.

Serokê Yekîtiya Cotkaran li Parêzgeha Siwêdayê Samir El Saedî da zanîn ku gava yekemîn ku divê niha bê avêtin çinîna zeviyan e, daxwaza wan ew e ku bi awayeke bi lez xwediyê patozan vê bangê bi cih bînin.

(sb)

ANHA