Li Babilê baregehek Heşda Şebî hat bombebarankirin

Şeva borî li bakurê Babilê baregehek leşkerî ya Heşda Şebî bi muşekan hat bombebarankirin, di encama êrişê de kesek hat kuştin û heft kes jî birîndar bûn.

Li Babilê baregehek Heşda Şebî hat bombebarankirin
20 nîsan, 2024   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Lijneya Ewlehiyê ya Encûmena Parêzgeha Babilê bi daxuyaniyek ragihand ku şeva borî di saetên dereng de baregeha leşkerî ya Heşda Şebî a bi navê Kalsu bi muşekan hat bombebarankirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber êrişê kesek hatiye kuştin û heft kes jî birîndar bûne

Her wiha hat diyarkirin li baregeha hatî bombebarankirin, depoyek a çek û teqemeniyan jî hebû.

Heta niha nayê zanîn baregeh ji aliyê kêve hatiye bombebarankirin. Ti hêz û welatek jî berpirsyartiya êrişê negirtiye ser xwe.