Li Babil û Enbarê baregehên Heşda Şeebî hatin bombebaran kirin

Fermandariya Cezîre ya ser bi Desteya Heşda Şebî ragihand, şeva borî Amerîkayê li devera Cerif Sexir ya li bakurê Babilê û parêzgeha Enbarê du caran êrişî ser baregehên wan kiriye.

Li Babil û Enbarê baregehên Heşda Şeebî hatin bombebaran kirin
4 adar, 2026   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Cezîre ya ser bi Desteya Heşda Şebî ragihand, di saetên dereng ên şeva borî de Amerîkayê du êriş li ser baregehên wan yên li devera Cerif Sexir ya li bakurê parêzgeha Babilê û parêzgeha Enbarê pêkanî.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku baregehên hatine hedefgirtin, beriya niha jî hatibûn bombebarankirin.

Di derbarê ziyanan de agahî nehat parvekirin.

Lê li gor agahiyên li ser medyayê hatine parvekirin, ji hêzên Heşda Şebî kuştî û birîndar hene.