Çeteyan kargeha Lafarge a li gundewarên Kobanê talan kir

Çeteyên El Emşat û El Hemzat ên girêdayî dagirkeriya Tirk, alavên kargeha Lafarge a çîmentoyê ya li gundewarên Kobanê vekirin û kargeh talan kir.

Çeteyan kargeha Lafarge a li gundewarên Kobanê talan kir
4 adar, 2026   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên El Emşat û El Hemzat ku di nava Wezareta Parastinê ya hikumet demkî de ne, alavên kargeha Lafarge ya çîmentoyê ya li gundewarên Kobanê vekirin û talan kirin.

Kargeha Lafarge ku li nêzî Çelebiyê ye, ji sala 2011`an de yek ji girîngtirîn cihên pîşesaziyê yên li bakurê Sûriyeyê ye.

(k)