li Amûdê turnuvaya ping pongê 

Rêveberiya Dibistanan a navçeya Amûdê ya kantona Cizîrê turnuvaya ping pongê li dar xist. Di turnuvayê de 16 xwendekar beşdar bûn.

li Amûdê turnuvaya ping pongê 
li Amûdê turnuvaya ping pongê 
li Amûdê turnuvaya ping pongê 
li Amûdê turnuvaya ping pongê 
li Amûdê turnuvaya ping pongê 
li Amûdê turnuvaya ping pongê 
li Amûdê turnuvaya ping pongê 
li Amûdê turnuvaya ping pongê 
li Amûdê turnuvaya ping pongê 
li Amûdê turnuvaya ping pongê 
29 sibat, 2024   16:43
QAMIŞLO

Komîteya Çalakiyan a Rêveberiya Dibistanan a navçeya Amûdê turnuvaya ping pongê li ser asta dibistanên navînî û amadehî li dar xist.

Turnuva li hola dibistana Tîrêz a keçan li dar ket. Di tunuvayê de 16 xwendekarên ji qonaxên navînî û amadehî beşdar bûn.

Der barê armanca turnuvayê de rêveberê Komîteya Organîzeker Aldar Osman got: "Em hewl didin bi rêya çalakiyên xwe destekê bidin behreyên werzîşê yên xwendekarên me."

Xwendekara beşdar Sîdra Hesen axivî û wiha got: "Ev çalakî ji bo me girîng in. Li kêlek pêşxistina behreyên werzîşê ew ji me re atmosfera rikberiyê jî peyda dikin."

Xwendekar Hêlz Xelîl a ji dibistana Bedîi Xilo ya navînî ji nav keçan a yekemîn derket. Ehmed Elî jî ji nav xortan ê yekemîn derket.

Di dawiyê de serkeftiyên yekemîn hatin xelatkirin.

(mh)

 ANHA