Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin nasnameya şehîdekê aşkera kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê sûriyeyê nasnameya endameke xwe ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Kobanê de şehîd bû, aşkera kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin nasnameya şehîdekê aşkera kir
19 adar, 2025   16:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê sûriyeyê bi daxuyaniyekê nasnameya endama xwe Ronîda Ebdo ku di êrişa asîmanî ya dweleta Tirk a dagirker li dijî gundewarê Kobanê de birîndar bûbû û ji ber birînê şehîd bû, aşkera kir.

Di daxuyaniya fermandariyê de ev tişt hat gotin: "Yek ji endamên hêzên me Ronîda Ebdo ku di êrişa balairên dewleta Tirk a dagirker li dijî gundewarê Kobanê de birîndar bûbû, duh gihîşt asta şehadetê.

Ji ber ku Ronîda jin e, parastina azadî û mafên jinan girtiye ser milê xwe, bi vê baweriyeke kûr nîşan da ku rola jinê di parastina ax û civakê de bi qasî hemû rolên din girîng e. Her tim bû nimûneya fedakarî û dilsoziyê û îsbat kir ku jin dikarin li hemberî rewşên herî zehmet bisekinin.

Şehîdbûna Ronîda ji bo tevan xesareteke mezin e û îsrara me ya şopandina rêya têkoşînê heta pêkanîna azadî û aştiyê ji bo gelê me, geş dike. Em di vê kêliya biêş de soza xwe dubare dikin ku fedakariyên şehîdên me badilhewa naçin û em ê parastina xaka xwe li dijî tevahî şêweyên dagirkerî û êrişan bidomînin.

Agahiyên der barê nasnameya şehîd wiha ne:

Nav û paşnav: Ronîda Ebdo

Navê dayikê: Xezal

Navê bav: Osman

Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê-20/12/2006

Cih û dîroka  tevlêbûnê: Kobanê-01/07/2024

Cih û dîroka şehadetê: Kobanê-18/03/2025."

(fr)