Lêkolînerê Amerekî: Dibe derba Israîl ya piştî Qeterê li Tirkiyê be

Lêkolînerê Amerîkî Maicel Robin diyar ku derbeyên dawî yên Israîlê li Qeterê diyar dike ku Tevgera Hemas zehmetiyan di peydakirina cihê bi ewle de bibîne.

Lêkolînerê Amerekî: Dibe derba Israîl ya piştî Qeterê li Tirkiyê be
11 îlon, 2025   16:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Peymangeha Amerîkî ya Lêkolînên Siyasî ya Giştî analîzek ji Lêkolînerê Amerîkî Maicel Robin re weşand. Di analîzê de bal dikşîne ser êrîşa Israîlê yên dawî li dijî berpirsên Hemasê ku li Qetrê pêk hat û got: Hedefgirtina Hemas li Tirkiyê vedike, ji ber wir cihê bi ewle yê Hemasê ye.

Robin di analîza xwe de bibîr xist ku endametiya Tirkiyê ya di NATO’yê de wê bi ji êrişên Israîlê naparêze. Ji ber derbeya pêk were dê li dijî pirojeya dewleteke piştgiriyê dide terorê be.

Di analîzê de madeya 5’an a mîsaqa NATO’yê ya bersivdayîna komî misoger nake û dibe hin endamên NATO’yê wekî Amerîka, Siwêd û Filenda derbeyê red bikin.

Robin di analîza xwe de destnîşan dike ku derbeya Isralî ya li Qetrê bargehên girêdayî Hemas hedef girt. Ev piştî ku rêveberên Hemasê bi saya navbênkariya Qeter a danûstendinan wiha texmîn dikirin hebûna wan li paytext Dewha  ewlekariyê ji wan re peyda bike, pêk hat. Lê bombebarana Israîlê aşkere kir ku ev nerîna wan şaşe û îşaret pê kir ku ev bi awayekî kordînekirî bi Amerîka re hatiye kirin.

 Di analîzê de hate zanîn ku Israîl Hemas tehdîda li ser hebûna xwe dibîne û dê li her cihê lê be êrişî wê bike û texmîn kir ku dibe piştî Hemas li Xeza, Qeter û Tehranê têk çû xwe biparêze, dibe Tirkiyê cihê wê yê dawî be.

Robin, aşkere kir ku Hemasê li Istenbolê buroyên kordîne, navendên fînaseya darayî û cihê danîna planan çêkiriye. Lê endametiya Tirkiyê di nava NATO’yê de parastina wê misoger nake û di analîzê de evtişt bi cih kir: “Heger biryarên NATO’yê bi giştî pêk tên. Dibe hin welatên endam destwerdana leşkerî ya li dijî Hemasê, red bikin.”

Lêkolînerê Amerîkî Maicel Robin di analîza xwe de, hişyarî da ku heger Hemas wekî wekîlê terorê tevgeriya, dê Tirkiyê berpirsyariyê rake û ev tişt anî ziman: “Ev dê bersiva Israîlê ya rewa be.” Divê Tirkiyê Hemas teslîm bikin. An di navbera wan û cihê mêvandariya Hemasê bike de mesafeya parastinê hebe.”

(dc)