KOMAW’ê êrîşên li ser gorên gerîlayan şermezar kirin

Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) êrîşên dewleta Tirk ên li ser gorên gerîlayên şehîd şermezar kirin û diyar kir ku ev êrîş ne wijdana gelê Kurd, di heman demê de wijdana hemû mirovahiyê ya hevpar birîndar dikin.

KOMAW’ê êrîşên li ser gorên gerîlayan şermezar kirin
11 îlon, 2025   16:24
  NAVENDA NÛÇEYAN 

Dewleta Tirk herî dawiyê Goristana Şehîdan a Herekolê ku gora 63 gerîlayên şehîd lê ye, bombebaran kir û piştre jî bi wesyîtên kar zirar da goristanê. Ji goristanê bes çend kevir mane.

Rêveberiya KOMAW’ê bi daxiyaniyeke nivîskî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gorên gerîlayên şehîd şermezar kir û got: ‘’Li Tirkiyeyê ji aliyekî ve têkildarî aştî û çareseriya demokratîk pêngav tên avêtin û ji aliyekî ve jî mafê sersaxî û şînê yê gelê Kurd ku mafekî mirovan ê gerdûnî ye, asteng dike, êrîşî gorên gerîlayên ku di dîrokên cuda de şehîd bûne, dike û zirarê dide goristanan.’’

Dewama daxuyaniya KOMAW’ê bi vî rengî ye:

‘’Kiryarên bi vî rengî bes ne wijdana gelê Kurd, di heman demê de wijdana hemû mirovahiyê ya hevpar birîndar dikin. Êrîşên li dijî goristanan, li gel Peymanên Cenevreyê, madeya 8’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AIHS) û madeyên 18-20 ên Daxuyaniya Gerdûnî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatine misogerkirin û li dijî baweriya olî, jiyana taybet û mafê şîngirtinê binpêkirinên eşkere ne.

Em weke Komeleya Malbatên Şehîdan, van êrîşan bi tundî şermezar dikin û bang li rayedaran dikin ku li gorî hiqûq û nirxên mirovahiyê yên gerdûnî tev bigerin.

• Divê zirardayîna gorostanan û hemû astengiyên têkildarî sersaxiyan tavilê werin bidawîkirin.

• Divê li hemberî mafê gelême yê bîranîn û şîngirtin rêz were girtin.

• Divê destûr neyê dayîn ku li gel êrîşên bi vî rengî zirarê bidin aştiya civakî û pêkvejiyanê.

Em dubare bi bîr dixin: Bîranîna şehîdên me, rûmeta gelê me ye. Divê ev êrîş neyên dubarekirin. Em ê ji bo siberojeke aşitiyane û adilane têkoşîna xwe bidomînin.

Her wiha wê di 13’yê Îlona 2025’an de li bajarê Dortmund ê Elmanyayê 33’yemîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî  were lidarxistin. Di serî de malbatên şehîdan em bang li hemû Kurdistaniyên welatparêz û dostên wan dikin ku bi awayê herî xurt beşdarî vê festîvala hêja û girîng bibin.’’