Lehengê Netewî Fermandar Egîd: Li dijî xiyanetê hişyariyek mezin hebû-1

Ji pênûsa Fermandarê Efsanewî Egîd rêya diçe lehengiyê; “Fikrên ku ji pratîka jiyanê hatibûn bidestxistin lê heta wê rojê belave mabûn, bi gotinên me re rêkûpêk û zelal dibûn. Taybet li dijî xiyanetê hişyariyek mezin hebû. Ev gihiştibû wê astê ku xayîn dibûn hedefên sereke, kîna li hemberî wan dikete pêşiya kîna li hemberî mêtîngeran.”

Lehengê Netewî Fermandar Egîd: Li dijî xiyanetê hişyariyek mezin hebû-1
27 adar 2024   02:36
NAVENDA NÛÇEYAN

15’yê Tebaxa sala 1984’yan gerîlayên azadiya Kurdistanê li navçeya Eruh (Dihê) ya Sêrtê û navçeya Şemzînan a Colemêrgê dijî polîtîkayên tunekirinê yên dewleta Tirk şerê çekdarî da destpêkirin. Ev roja ku guleya yekemîn hate teqandin weke “Cejna Vejîna Netewî” hatiye qebûlkirin.

Fermandarê efsanewî Mahsum Korkmaz (Egîd) ku pêşengiya pêngavê kir û di çalakiya Eruh’ê de cîh girt, di 28 Adara 1986`an li çiyayê Gabarê şehîd ket. Ev roj wekî “Roja Legengiya Netewî” û fermandar Egîd jî wekî “Lehengê Netewî” hate binavkirin.

Bi minasebeta Hefteya Lehengiyê (21-28 Adarê)  em rojnivîskên fermandar Egîd diweşînin.

ZIVISTANA 1983’YAN

Em piştî meşek dirêj û zehmet gihiştin baregerên nû. Kadroyan di van baregehan de werza zivistanê ya sala 1983’an hemû, ji bo xeta partiyê di aliyê polîtîk û pratîk de bi kûrahî bê perjirandin dest bi xebatê kirin. Qonaxa xebatê ya herî dawî ku ji bo amedekariya destdayîbûna erkan jî, di mercên zivistanek dijwar de hatin meşandin û encamên girîng jî hatin girtin. Di mijarên rêxistinî û teknîkî de plansazî û ferman hatin pêşxistin. Bi vî awayî werza zivistanê ya bê tevger hat nirxandin.

Wê zivistanê pir berf barî bû. Carnan qasî du metre berfr dihat. Hevalên ku neçar bûn derkevin erazî bi zehmetiyên mezin re rûbirû diman. Hevalek, neçar maye ku du rojan di nava berfê de bimeşe û befir qut kiriye û rêwîtiyek pir zehmet kiriye. Piştî gihişt cem me nexweş ket û tam 15 rojan li erdê ma. Pir cemidîbû, mîdeya xwe cemidandibû, çi dixwar dîsa diavêt. Li aliyê din jî ji ber spîbûna berfê çavên wî xirab bibûn û hertim rondik jê dihatin. Dîsa komek hevalan a 6 kesî di bin baranê de rêwîtiyê dikin û li malek bi tenê ya li keviya çiyê şeva xwe derbas dikin. Xwediyê malê roja din ji hevalan re dibêje ku cihê biçinê pir nêz e û dibe sedem heval bikevin ser rê. Lê piştî tên cihê ku zilam pênasekirî, dibînin ku tiştek tune ye û wê demê dizanin ku hatine xapandin. Nikarin vegerin jî, bi erzaqê rojekî du rojan dimeşin û digihijin gundekî ku rejîma Iraqê wêran kiriye. Şevê li wir derbas dikin û roja sêyemîn bê erzaq dikevin rê. Du hevalên di komê de demekî bêhal dikevin, piştî ku çavê wan tarî dibe û nikarin bimeşin, hevalên din ên di komê de wan datînin ser milê xwe û rêwîtiyê didomînin. Lê piştî dibe êvar hersê jî dikevin. Di wê demê de bi fikrê dibe ku li derdorê hinek hebin, çend caran guleyan diavêjin. Gundiyên ku dengê guleyan dibihîsin tên cem wan û hevalên li ber qerisînê xilas dikin.

 Em bawerin ev herdû mînak dê bidin têgihandin ku me di kîjan şertên zivistanê de jiyan kir.

DERKETIN RÊ

Di biharê de bi helîna berfê re: bi yekeyan dan fêmkirin ku dê li herêmê diçinê, kîjan xebatan bidin meşandin û ev yek ji her yekeyê re pir sûdwer bû. Bal hat kişandina ser rêbaza bingehîn ên xebatê, terzê xebatê û li dijî xeteriyan bergiriyên bên girtin. Bi vî awayî kadro zêdetir bûn xwedî kalîteya fikrî. Bi temamkirina amedekariyên dawî re, kom bi erk û berpirsyariyên giran berê xwe dane Bakur.

Li hemberî amedekariyên me dijmin jî vala nedisekinî. Hêz kişande ser sînor, dixwest me li vir bikişîne nava şer, derbasbûnê asteg bike û koman îmha bike. Tê dîtin ku teqtîka me fêm nekiriye, li gorî şerê birêkûpêkî xwe amedekiribû. Li Bakur, li ser sînor li ser qadek 100 km, xalên stratejîk girtibû, rêyên girîng xistibû bin venêrînê. Bi vê re pişt çepera pêş pihêt kiribû. Di demek ku dijmin ev amedekarî dikirin, yekîneyên me bi tevahî derbasî hindir bibûn û em li Başûr pir rihet bibûn. 

DIJMIN LI BAŞÛR 5 KÎLOMETREYAN KETIBÛ HUNDIR

Dijmin di sibeha 27’ê Gulanê de sînor derbas kir û 5 km derbasî axa Başûr bû. Bi hêzên li wir re hevdîtin pêk anîn û ji wan re gotin ku armanca wan ne ew hêz in, hatine bi Apoyîyan re şer bikin. Lê di demek kurt de lewazbûna xwe ferq kirin û vekişiyan. Ji ber, rewşa leşkeran perîşan bû û li ber heybeta çiyayên me lerizîn, nedikarîn li wan çiyayan şerê gerîlayan bikin. Teqez fêm kirin ku hêzên me derbasî Bakur bûne, xwe ji Başûr kişandin û li herêmên Bakur dest bi şopandin û operasyonan kirin.

EM DERBASÎ BAKUR BÛN GUNDIYAN BI MERAQ PIRS DIKIRIN

Ji ber ku em jî li benda dagirkeran bûn, em pir matmayî neman. Piştî hêza xwe ji Başûr vekişandin em komek heval me biryara derbasbûna Bakur da. Me bi rasthatin rênîşek nas kir. Me bi wî re dagirker û xeta sînor derbas kir û gihiştin gundê rênîş. Gundiyan xebera hatina me bihîstin, bi nepeniyek mezin hatin cem me, di nava mereq û gumanan de rewşa li Başûr pirsiyan. Piştî me xwarinên ku gundiyan anîbûn xwarin, me bersiva pirsên wan dan. Me hewl da em dagirkerî û encamên rê nîşan didin bidin fêmkirin. Her çendî gundî ji dagirkeran bandor bûn jî xwînsar nêz bûn. Piştî me axaftina xwe xilas kir em jî bi xwe re birin cihên veşartî ku ji bo xwe amede kiribûn. Ev der bi rastî jî pir parastîbû. Em di rojan li wir man, piştî ku dinya tarî bû me di ciwanên gund girtin cem xwe û em ketin rê. Piştî me çiyayên asê derbas kirin, di nava daristanek asê de bi girekê ve hilkişiyan me baregeha dijmin dît. Baregeh pir ne dûr bû. Piştî ku me bi dûrbîna xwe derdor venêrîn kir, me pirek a ku hîn dijmin negirtibû dît. Me biryar da em di wê pirê re derbas bibin. Me bi lez xwe berda jêr û nêzî xala kemînê bûn. Du hevalan pir venêrîn kirin. Piştî me zanî pir vekiriye, em bi navber beziyan û me xala xeternak derbas kir. Ji ber ku em ji navbera du xetên dijmin derketibûn hinek rihet bibûn. Me li ser kaniyekî bêhna xwe veda, me li wir şîv xwar. Şîva me nan û penêr bû. Piştî şîvê me bi ciwanên gund re sihbet kir. Di demek ku dagirkerî pir germ jî bû, yekane tişta ku dixwestin demildest cezakirina sîxwir û muxbîran bû. Hîn di wê demê de xwestin bi me re tevger bikin, lê ji ber merc ne destdayî bûn em bi wan re axivîn û me ew îqna kirin. Piştî me hinekî bêhna xwe vekir, em dîsa ketin ser rê. Me çend rojên din zinarên bilind ku serê mirov gêj dikin derbas kirin. Di encamê de, me bi alîkariya gel ev rêwîtiya xwe ya pir xeter û zehmet xilas kir û em gihiştin cihê ku me armanc kiribû. Her kesê di rê de rastî me dihat pirsa “şerê” li Başûr dikir. Di mijara pêşeroja xwe de fikrên ku hêvî û reşbînî tevlîhev bibûn dijiyan. Di mejiyê kesên temenmezin de, bîranînên komkujiyên ku berê dewleta Tirk kirî zindî bibûn, tirsa vegera wan rojan di dilê wan de hebû. Bi giştî gel, li ser ling mayîna rêxistinê weke yekane mîsogeriya jiyana xwe didîtin.

 EZMÛNA YEKEM

 Di navîna meha Hezîranê de bandora dagirkeriya li Başûr belav bû. Leşkerên Tirk sînor bi tevahî vale kir, ji tirsan sînorên ku berê bikar danîn jî rakiribûn. Hêza xwe ya kişandî kindir jî, ji çend aliyan ve hewl dida qadên me yên xebatê dorpêç bike. Li hinek qadan li dijî gel zilm dida meşandin, li beşên ku li benda berxwedanê bûn jî polîtîkayek nerm dimeşand. Cil, pêlav heta şekir li zarokan belav dikir. Di beranberî wê de jî ji gel dixwestin ku bi Apoyîyan re nebin alîkar, çekan radest bikin, mehkum û kesên firarî jî radest bibin. Dema ku bersivek erênî negirtin, gef li gel dixwarin û digotin “em ê carek din hevdû bibînin”.

 Xebatên yekeyên me jî ji dagirkerî û operasyonan bandor nebibûn. Ji bo em bûyera dagirkeriyê nîqaş bikin me di civînek xwe ya heftane de ev bûyer û bandorên wê bi berfirehî girt dest. Em gihiştin vê encamê: “Dagirkerî weke şêweyê DYE yê derdiket holê, bi hev re çêkiribûn, herêm weke gef û proveya destwerdana hêzên pêşketî hatibû armanckirin. Dewleta Tirk îmhakirina PKK’ê ji xwe re weke armanca yekemîn diyar kiribû. Lê negihiştibû vê armanca xwe. Mercên armancgirtinê jî nebûn. Ji ber ku hêzên me belavî gelek yekeyan bibûn, li qadên berfireh belavî nava gel bibûn, di nava tevgerek veşartî de bûn. Dijmin desteka gel nagire, biyaniyê erazî ye û nikare venêrînê çêbike. Nikare vê venêrînê jî çêbike.” Ev encama ku em gihiştinê hîn ji wê demê ve me ezmûna xwe ya yekem li dijî dijmin da.

DEST BI WERGIRTINA ENCAMÊN KEŞFÊ HATIBÛ KIRIN

Xebatên me yên rêxistinî, bi bandora hinek bûyerên nû re hîn bileztir û bênavber dihatin meşandin. Encamên keşifê dihatin bidestxistin, biyanîbûna erazî hêdî hêdî dihat derbaskirin, xalên destdayî hatibûn diyarkirin. Li qadên ji bo baregehan guncaw hatibûn dîtin, giranî hat dayîna xebatên rêxistinî û teknîkî. Dema ku me taybetmendiyên gelên herêmê û avabûna civakî lêkolîn kir, me fêm kir ku em bi rastiyek pir taybet re rûbirû ne. Mirov, hilberîn û mercên jiyanê pir cuda bûn, heman demê de mercên xwezayê jî pir cuda bûn. Ji beriya hertiştî hebûnek civakî ya birêxistinkirî li holê bû. Eşîrên ku li ser dendika qebileyê bilind bûne û li ser wê jî federasyona eşîretan bal dikişand. Lê erkê pratîka federasyonan pir ne derbasdar bû. Rêberiya eşîretê, dilxwaziya ku li ser bingehê xizmetê û girêdayî rêzdayînê weke otorîteya di rêveberiya klanan de ava dikir. Û ev rêbertî, li ser mafê talan û milkbûnê weke taybetmendiyên çîna serdest ava bibû. Lê hîn jî di navbera gel û rêveberiyê de nakokiyên mezin ne mijara gotinê bûn. Nakokiya herî mezin, dijminahiya xwînê ya bi sedemên lihevnekirina ji bo erdê, talan û cihêtiyê ya di navbera eşîran de bû. Komara Tirk zêde kartêkirinek li avabûna civakî nekiribû, wêrankariya ku li herêmên hindirîn pêkanî, nekarîbû pir zêde li vê qadê pêkbîne. Ji ber wê jî civakê bi dînamîkî û nirxên xwe yên netewî ve girêdayî bû û taybetmendiya mirovê bihêz derxistiye holê. Mirov, di bin barê mêtîngeriyê de nehatine parçeqandin û belavkirin. Ji ber yekîtî û piştgiriya eşîretê mirov xwe di ewlehiyê de hîs dikin û jixwebawerî serwer e. Ev jî ji kevneşopiya hilberîna di mercên zehmet ên xwezayê de û berxwedana ku mêtîngeriyê tune nekiriye tê. Zimanê netewî, çand û nirx ji bandorên ji derve dûr e, ev jî dîmenek sade pêşkêş dike. Dema ku çek li ser cilên netewî jî tê girêdan, kesayetek ku mirov rêzê jêre bigre derdixe holê.

 Di vê qadê de têgihiştina hebûna netewî û hesreta rizgariyê xwe dispart kokên kûr. Azwerî û hesreta eşîra azad jî hîn zêde pihêt dikin, her cûr têkoşîna netewî rewa dipejirandin. Berê barê giranê yê têkoşîna li Başûrê Kurdistanê hildabûn ser milê xwe. Ev tenê weke pêwîstiyeke Kurdbûnê pejirandibûn. Lê ji avabûna netewperestiya paşverû jî aciz dibûn. Piştî wê jî ji ber rastî alternatîfek cuda nehatibûn, êdî hêviyên wan ên ji bo rizgariyê jî bibin xwelî.

 Her çendî ev avabûna ku em pêre rûbirû ne bi awayek giştî dîmenek erênî bide jî, lê kesayet ne xwedî vînek azad in, kesayet parçeyek xwezayî yên eşîretê ne. Ev jî bi xwe re hinek zehmetî derdixist pêşiya me. Ji ber vê jî hîn di roja yekemîn de xebatek ku tevahî eşîrê hildigre xwe ferz dikir.

 DESTPÊKÊ DI NASKIRINE ME DE ZEHMETÎ KIŞANDIN

 Eşîran destpêkê ji bo fêmkirin û naskirina me zehmetî kişandin. Hîn zêdetir netewperestiya paşverû ya li Başûrê Kurdistanê û birêxistinbûna sexte nas kiribûn. Van hêzan li herêmê gelek bandorên neyînî dabûn avakirin. Ji ber wê jî gel li hemberî her hêzek siyasî ya dihat herêmê pêşdaraz bû. Ew weke rêber an jî rizgarker neditînin, tenê weke kesên hatine ku ji wan sûd bigrin dinirxandin. Ji ber ku me çavkaniya vê nerêniyê dizanî, di demek kurt de helwestên wan dan guhertin. Gelek hêzên burjuvaya biçûk û netewperestên paşverû ev herêm ji xwe re vegerandibûn qadek a rikberiyê. Heta gihiştîbû wê astê ku di beranberî pere û çekan de zilam ji xwe re didan qezençkirin. Zirar herî mezin a van dayî herêmê ew bû ku nirxê têkoşîna netewî-siyasî bi erdê ve kiribûn yek. Lê dilê gel li hemberî van herdû aliyan jî lihev diket. Gel daxwaza rêbertiyek ku berjewendiyên welat bingeh digre dikir.

 ME HÊDÎ HÊDÎ GEL QEZENÇ DIKIR

 Xebatên me hêdî-hêdî bin jî, berhem dabû û nirxê têkoşîna me ya netewî di kesayeta PKK’ê de dubare bilind bibû. PKK, weke alternatîfa netewperestiya kevneperest, rêbertiya paşverû û rêxistinbûna eşîrtî hat nasîn. Piştî ku gel PKK nas kir, gel di astek girîng de têkiliya xwe ya bi aliyên din re qut kir. Tişta ku herî zêde gundî rihet dikir jî, terzê me yê tevgera veşartî bû. Em di mercên herî zehmet de jî li gundan nediman, lê di wextên guncaw de em diçûn gundan. Piştî ku gel ev tevgerên me fêm kirin, minnetdarê me bûn. Me hêdî hêdî dilê gel qezenç dikir. Êdî em ne du biyaniyên ku bi gumanan li hev dinêrin bûn, em dostên hev ên sadiq bûn. Em bi gotina wan weke “yên me” yan jî “heval” dihatin nasîn. Ev jî şoreşgerekî rihet dike û tîne rewşek bê daxwazkirin. Dema ku em bi rojan dimeşiyan û westayî diçûn malbatan em bi germahî dihatin pêşwazîkirin, gotinên me bi baldarî dihatin guhdarkirin. Vê yekê di carekî de tevahî westan û tengasiyên me bi xwe re dibirin.

 Di nava gel de pirsên ku herî zêde ji me dikirin, yekîtî, alîkariya derve û di şer de lênihêrîna malbatan bû. Şerên navxweyî û parçebûnên ku bi sedsalan bûn li welatê me dihatin jiyîn, dibûn sedema bêhêvîbûna ji yekîtiyê. Li gorî baweriyê digotin “çarenûs wiha ye, divê du Kurd neyên gel hev, eger bên gel hev dê cîhan xirab be”. Her çendî ev gotin reşbînî û stûxwariyê îfade bike jî, di heman demê de rastiyek jî dida nîşan. Dijminên Kurdistaniyan baş hesab kiribûn ku dema Kurd bibin yek dê bibin xwedî hêzek çawa û bi sedan sal ji bo belavkirina yekîtiyê mekanîzmeya parçekirinê bikar dianîn. Di rabirdû û roja îro de jî, gelek mînak hene ku vê rastiyê derdixin holê di mejiyan de zindî ye. Ji ber ku netewperestiya kevneperest ji pîvanên hêza navxweyî bêpar e, di her derfetê de dikeve bin stara dewletekê. Ev hişmendiya ku dixwazin bixin nava gelê herêmê, ji xwe bêbawerî pêş xistiye, bala gel ji têkoşînek şênber dûr xitiye. Bi heman şêweyî gelek hêzên tên nasîn hatine gel bi sozên xwe kirine endamên rêxistina xwe, navê wan di lîsteyan de nivîsîne û gelek ji van lîsteyan ketine destê dijmin. Ev rastiya şênber bi awayek xwezayî di nava gel de bêbawerî daye avakirin. Hîn duh Omer Çetîn (PPKK) lîsteyek 400 kesî pêşkêşî polîsan kir, KUK û Partiya Îslamî jî heman awayî. Ev jî mînakên berçav ên vê yekê ne. Bi heman şêweyî li hember gundî û koçeran jî heman nêzîkatî kirin. Ev kiryarên wan ne kêmî kiryarên eşkiyayan in. Gel hatibû wê astê ku ev ji hev cuda nedikirin. Eger em çend mînakan bidin em ê rewşê baştir têbigihin.

 Kadroyên ku van hêzan berdane holê, rêya koçeran qut kirine, ketine nava pezên wan, pêzên ku nîşane kirine, gotine “malê hizbê” ye, kom kirin û birine. Ferman dane şivan pez serjêkirine û xwarin e. Sonda Kuranê bi ciwanan dane xwarin û ev jî di bin navê şoreşê de kirine. Ev kiryar beriya çend rojan li gundê Aval ê Erûhê jî çêbûn. Kesê bi navê Xurşo ku weke nûnerê KUK’ê jî tê zanîn, bi şev qedexeya derketina kolanan îlan kiriye, bi hinek ciwanan nobet daye kirin û bêexlaqî kiriye. Dîsa yekê ji gundê Resîne di bi navê civîn heye de ciwan kom kirine, paşê tevir û bêr daye destê wan û di avahiya xwe de daye xebitandin. Van kesayetan piştî derbeya 12’ê Îlonê jî nokeriya dijmin kirine. Mînak kesê jêre dibêjin Xurşo, ajanek ê binavûdeng ê herêmê bû, bi daxwaza gel di Mijdara 1984’an de ji aliyê Partîzanên HRK’ê ve bi mirinê hat cezakirin.

 Gel ev bûyer yek bi yek ji me re gotin. Gel diyar kir “me digot ev pêşmergehe û xwedî lê derdiketin. Tiştên van bi serê me anîn ev in”. Piştî ku em naskirin bi demê re gumanên di serê xwe de avêtin. Û ji hev re gotin ku “ev ji hemûyan cudatir in”.

 LI HEMBERÎ XIYANETÊ BIHÎSTIYARIYEK MEZIN TÊ DÎTIN

 Partiya ku pirsgirêkên bingehîn ên rizgariya netewî û rêyên çareseriyê diyar dikir, di ragihandina fikrê xwe de pir zehmetî nedikişand. Ji ber ku danehev û têgihiştina ji jiyana gelê me wergirtî, tiştên me digotin piştrast dikir. Fikrên ku ji pratîka jiyanê bidestxistinbûn, lê heta wê rojê belave mabûn, bi gotinên me re rêkûpêk û zelal dibûn. Taybet li dijî îxanetê hişyariyek mezin hebû. Ev gihiştibû wê astê ku, xayîn dibûn hedefên sereke, kîna li hemberî wan dikete pêşiya kîna li hemberî mêtîngeran. Divê di xalekê de maf bê dayîna vê yekê. Ji ber ku, di kûrahiya dîrokê de hertim kehlên me bi xiyaneta navxweyî hatibûn desteserkirin. Navên ku gel hertim vedigotin û dijmartin, Silêman Axa (Tatarên li Şirnexê) ku deriyên çiyayên me ji dijmin re vekir. Emîne Perîxanê (Ramaniyan) ku birayê xwe yê serhildêr dabû bidarvekirin. Alîxan Tatar kurê Silêman Axa ku şêwirmendî ji şefên leşkerî yên mêtînger re dikir. Ehmed Biryar ku wî jî bi leşkeran re zilamek girtin, ji bo serbestberdanê jî keça wî dixwest. Xelo Hecî weke leşkeran rê kontrol dikir, bac ji gel dixwest, dema ku gel bac nedidayê ji aliyê leşkeran ve dida girtin, Xelo Hecî digot “yê dijminê dewletê dijminê min e jî”. Casim Casim ku ji rejîma Iraqê reviyabû, gelê herêmê jî ew hembêz kiribû leşker dianîn gundan. Leşkerên ku wî dianîn dest diavêtin jinên gund. Gundiyan digotin heta ev li herêmê bin kes nikare bilive, eger ev nebûna dê dijmin çawa rê, şikeft, mal û hêjmarên çekên me bizane. Gel digot divê em dijmin ker û kor bikin da ku bikarin lêbixin. 

 Û di dawiyê de xayîn hatin derbkirin. Her ku dihatin derbkirin weke zincîr diqetiyan, bêhed vala dibûn, bend hildiweşiyan. Egîdiya hatibû perçiqandin, fikrên veşartî, hestên perçiqî gur dibûn, tarîtî ronî dibûn. Tam gel ji belayan rizgar bibû, vê carê jî erkanek faşîst derketibû holê. Ev erkan bi navê Karabela (belayareş) dihat nasîn û digot “dayîka min yek e, bavên min hezar in”, “li esman xwidê, li erdê ez im”. Bi ser gundan de digirt, tevahî jinên gund dibir baregehê û bi rojan li wir dida sekinandin, zarokên biçûk di nîva zivistanê de dixist nava ava qeşayê, ji zarokan pirsa çekên bavê wan dikir û tiliyên wan dida ber daran, ji pîremêrê ku ji mizgeftê derdiket re digot “ne ji xwidê re ji min re nimêjê bike”, leşkerên ku baş li gundiyan nedixistin wî bixwe li wan leşkeran dixist, jinên ku tazî kiribû bi wî awayî di nava gund re dibir baregehê, bi çekan pey gel diket. Belaya vî faşîstî êdî gel bêzar kirbû. Û gel rojekî gotin êdî bes e û ev bêrûmet bi mirinê ceza kirin.

 Em ber bi 1984’an ve diçûn. Zivistan ne pir dijwar derbas bibin, ji ber wê jî em hinekî pêş de çûn, gihiştin heta herêmên hindir ên welat. Me bi komek heval re rewş nirxand û em ber bi rojava ve çûn. Her ku em ber bi rojava ve çûn, em çiyayên xwe bi berfê pêçawî li paş xwe hêlan. Em bi baranan re rûbirû diman. Êdî em nêzî Dîcleyê dibûn. Çemê şaristaniyê bêdeng û şîn dikerikî. Li dora çem zinarên nerm ên weke dîwaran hebûn. Di van zinaran de şikeft hatinbûn kolandin, gund û bajar di van şikeftan de hatibûn avakirin. Ji Amed heta Mûsilê weke kerwanan hatibûn çêkirin, axên bi bereket ên li gora xwe av dabû. Ev qada dergûşa yekemîn a jiyan û şaristaniyê bû, di navbera çemên Dîcle û Botanê de dima. Ev qad ji mêtîngeran hatibû parastin, nirxên xwezayî yên netewî di vê çemberê de li ser piyan mabûn. Sînorên ku rojava û rojhilat, çiya û deşt ji hev qut kiribû, sînorek di navbera berxwedan û radestbûnê jî çêkiribû.

 ÊDÎ BAWERIYA GEL HATIBÛ QEZENÇKIRIN

 Diviyabû em demekê li kêleka avê bendê bimînin. Di vê demê de me serdana çadira malbatek koçber kir. Jiyana wan şerpeze bû. Bi lawirên xwe re ava tangan divexwarin, ji wê avê xwarin çêdikirin û bi wê serê xwe dişûştin. Ava baranê ev tang tijî ax û rêxa lawiran kiribû, bi havînan jî tijî kurmik dibû. Koçer bi havînê li vir nediman, lê hevalên ku li herêmê diman neçar dibûn vê avê bikar bînin. Ji derveyî gund li çiyê av nedihat dîtin. Hem ji ber vê avê hem jî ji ber penêrê bê dohn, ruh li hevalên li herêmê nemabû. Dêmê wan zer bibû û pir jar bibûn. Lê moralê wan xirab nebibû, bihêz disekinîn. Têkiliya wan a bi gel re pir baş bû. Baweriya gel qezenç kiribûn. Em bûyereke ku li vir çêbûyî weke mînak bidin dê di cih de be. Hevalê Kerîm Baytar (Cemîl) ku ji aliyê gel ve dihat heskirin û di Îlona 1984’an de ji aliyê xayînan ve hat şehîdkirin, dema rojekî dimeşiya, çend jinên koçer pey wî dikevin û digihin wî. Dema ku heval xwest rê bide, jinan ji heval re gotin “na em ê bi hev re bimeşin. Berê ji ber tirsa eşqiyayên çiyê me nedikarî bêtirs li van deran bimeşin. Dema ku hûn jî hatin, ya rastî em destpêkê tirsiyan. Lê li gel ku ev saleke hûn li vir in me tu xirabiya we nedît. Em êdî we weke bira û zarokên xwe dibînin”. Bi vî awayî baweriya xwe ya li hember hevalan nîşan dikirin. Ev mînak jî dide nîşan ku, êdî baweriya pêwîst ji derdorê hatibû qezençkirin. Di çadira ku em lê rûniştibûn de rêveberiya malê di destê jinek pîr de bû. Hevjînê wê yê kal nexweşbû û xwe tevlî tiştekî nedikir. Dema ku me jê pirsî tu xebatên me çawa dinirxînî, bersiva xwe bi vegotina bûyerekê da. Serçeteyekî bi navê Hemo bi zorê pere û lawirên wan jê distîne. Di sersalan de serçete bi çeteyên xwe re dibe bela serê wan, her jina ciwan a xistine çavê xwe birine serê çiyê. Carekî bûkek ku li dijî wan derketiye kuştine jî. Piştî ku hevalên me gihiştine herêmê êdî êşqiya nehatiye herêmê. Baweriya wan a bi hevalan zêde bû, lê hîn jî baweriya wan a bi serxwebûnê pêşneketibû.

 Em heta êvarê li wir man, piştre hevalê Kerîm hat û me birin stargehê. Li stargehê hevalên din jî hebûn. Em qerebaxil bibûn. Piştî ku me bi wan re nîqaşên li ser siyasetê kirin, xebatên xwe yên rêxistinî vegotin. Li gorî axaftinên wan, di xebatên ji bo amedekariyên berxwedanê de pêşketinên girîng çêbibûn. Li gelek beşên herêmê têkiliyên piştgiriyê hatibûn pêşxistin, pir ciwan ji bo şer xwe amede kiribûn. Depo bi alîkariyên ku gel dane tijî bibûn. Li xalên cuda stargeh hatibûn çêkirin û di astek bilind de erazî hatibû naskirin. Ji bo destpêkirina berxwedanê bi amedekarî û xwestek bûn. Bêguman bi gelê Erûhê re.

 DÊ BIDOME