Lavrov sibe li Tirkiyeyê ye

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand Lavrov beşdarî foruma Antalyayê dibe ku çaverê ye Adarê li dar bikeve. Her wiha hat ragihandin ku çavrê ye Lavrov bi Hakan Fîdan re bicive

Lavrov sibe li Tirkiyeyê ye
29 sibat, 2024   19:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdeva Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova daxuyand ku wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov rojên 1 û 2ˊyê Adarê diçe Tirkiyeyê û dê bi hempîşeyê xwe Hakan Fîdan re dan û standinên li ser têkiliyên dualî, dozên herêmî û navneteweyî bike.

Maria Zakharova da zanîn ku çaverê ye di serdanê de dan û standin li ser saktroên bazirganî, enerjî, ewlehî, bank û tûrîzmê, rewşa Ukrayna, herêma Kafkasya, rewşa Filistînê, Îsraîl, Sûriye û Lîbyayê bên kirin.