Xelkê Cizîrê şehîdên Sotoro oxir kirin

Xelkê Dêrik, gundewarên wê û xelkê Girkê Legê yên kantona Cizîrê cenazeyên 3 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Sotoro) oxir kirin û got ew ê parastina destkeftî û projeya demokratîk a herêmê bikin.

Xelkê Cizîrê şehîdên Sotoro oxir kirin
Xelkê Cizîrê şehîdên Sotoro oxir kirin
Xelkê Cizîrê şehîdên Sotoro oxir kirin
Xelkê Cizîrê şehîdên Sotoro oxir kirin
Xelkê Cizîrê şehîdên Sotoro oxir kirin
Xelkê Cizîrê şehîdên Sotoro oxir kirin
Xelkê Cizîrê şehîdên Sotoro oxir kirin
Xelkê Cizîrê şehîdên Sotoro oxir kirin
Xelkê Cizîrê şehîdên Sotoro oxir kirin
Xelkê Cizîrê şehîdên Sotoro oxir kirin
Xelkê Cizîrê şehîdên Sotoro oxir kirin
Xelkê Cizîrê şehîdên Sotoro oxir kirin
Xelkê Cizîrê şehîdên Sotoro oxir kirin
Xelkê Cizîrê şehîdên Sotoro oxir kirin
29 sibat, 2024   18:58
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê li Navenda Şehîd Rûbar a Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê merasîma oxirkirina cenazeyên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Sotoro) Mizefer Mihemed Mihemed, Cemîl Hina Hina û Şerbel Neîm Selîba li dar xist. Ew, duh, di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeya wan li têketina Dêrikê de şehîd bûn.

Di merasîmê de xelkê Dêrikê, endamên saziyên wê û xelkê Girkê Legê beşdar bûn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa axivî û got: "Divê biryara me xweparastin, parastina xakê û pêkanîna armancên şehîdan ên rizgarkirina welat, parastina projeya neteweya demokratîk û destkeftiyên wan be."

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Sotoro) Akad Hena axivî û got: "Em îro karwana şehîdan oxir dikin û bejna xwe li hember ruhên wan ên paqij ditewînin. Ew ji bo gel û parastina wê mînaka wefadariyê bûn."

Hena wiha domand: "Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê li ser soza xwe bin û li dijî terorê, êrişkaran û dagirkeran bibin mertal."Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Dêrikê Mutîi Elî axivî û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker ji ber lawaziya xwe êriş dike. Ji ber ku em li ser nexşeya cîhanê xwedî statû ne. Ji lew re divê em li hember êrişan bi hêz bin. Ji ber wê dewleta Tirk êrişî me dike û ji projeya neteweya demokratîk metirsîdar e. Rêverberiya Xweser ji bo biratiya gelan û jiyana hevbeş bûye nimûne."

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Şehîd Cemîl Hina Hina û Şerbel Neîm Selîba li Goristana Mar Yaqûb a Dêrikê hatin oxirkirin û şehîd Mizefer Mihemed li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hat oxirkirin.

(fr)

ANHA