ANHA ket 12 saliya xwe

ANHA ket 12 saliya xwe
ANHA ket 12 saliya xwe
ANHA ket 12 saliya xwe
ANHA ket 12 saliya xwe
ANHA ket 12 saliya xwe
ANHA ket 12 saliya xwe
ANHA ket 12 saliya xwe
ANHA ket 12 saliya xwe
ANHA ket 12 saliya xwe
ANHA ket 12 saliya xwe
ANHA ket 12 saliya xwe
ANHA ket 12 saliya xwe
ANHA ket 12 saliya xwe
ANHA ket 12 saliya xwe
ANHA ket 12 saliya xwe
ANHA ket 12 saliya xwe
ANHA ket 12 saliya xwe
ANHA ket 12 saliya xwe
ANHA ket 12 saliya xwe
ANHA ket 12 saliya xwe
1 adar, 2024   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa me ANHA (Ajansa Nûçeyan a Hawar) li gel şoreş, berxwedan, dagirkerî, mêtingerî, komkujî û berbelavbûna felsefeya şaristaniya demokratik de, 11 sal li pey xwe hiştin. 

Beriya 11 salan, wexta ku bihara gelan a Rojhilata Navîn li Sûriyeyê belav dibû û li Rojavayê Kurdistanê Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an dest pê dikir, ANHA jî wek parçeyekî kevneşopa ragihandina azad a xwediya dîrokek nêzî 50 salan e, hat avakirin.

Li gel kêmbûna derfetên salên destpêkê, ANHA’yê li aliyekê rastiya Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand, li aliyekê jî li dijî desthilata di qada çapemeniyê de, hewl da bibe têkoşîna ji nû ve avakirina civaka exlaqî û polîtîk.

Ji bo xurtkirina rêgezên jiyanê û avakirina civakeke ku hemû reng, deng, bawerî û nêrînan dihewîne, têkoşîna li ser asta çapemeniyê wekî yek ji navgînên têkoşînê esas girt. 

Bi armanca pênasekirin, parastin û pêşxistina nasname, çand û dîroka gelên bindest ên ku hebûna wan tê înkarkirin û di qirkirina fizîkî û çandî re tê derbaskirin, hewl da di vê pêvajoyê de bi weşangeriya xwe rastiyan deyne ser hîmê wan ê esasî. 

Di van salan de ji bo hilweşandina zîhniyeta baviksalar, têkbirina feraseta çapemeniyê ya xizmeta desthilatdariyan dike, weşangeriyeke piralî ya ku xwe dispêre civakê meşand.

Li aliyekê jî berxwedana ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî dagirkerî, çete û mêtingeriyê hat meşandin û pergala rêveberiya xweseriya demokratîk tê avakirin, wekî hîmê bingehîn ê weşangeriya xwe xist rojeva xwe ya esasî.

Li 18 navendên li Sûriye û Rojhilata Navîn, bi 120 endamên xwe re 11 salan bû referansa xwegihandina rastiyan û bi wêrekî, bêyî dudilî û têkoşîna bênavber bû çavkaniya weşangeriya azad.  

Di vê rêya lêgerîna heqîqetê de 5 şehîd dan. 12′yê Cotmeha 2017′an dema hevalên me Rizgar Denîz, Hogir Mihemed û Dilîşan Îbiş rewşa şêniyên ku ji Baxozê ji hovîtiya çeteyên DAIŞ′ê reviyabûn dişopand, çeteyan bi wesayiteke bombebarkirî êriş pêk anî. Di êrişê de hevalên me Dilîşan û Hogir şehîd bûn û hevalê me Rizgar jî bi giranî birîndar bû. Rizgar piştî 2 mehan di 18′ê Kanûna 2017’an de şehîd bû.

Hevalê me Seed Ehmed dema êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên dijî Serêkaniyê dişopandin, roja 13′yê Cotmeha 2019′an di bombebarana dagirkeran de şehîd bû.

Hevalê Îsam Ebdullah jî 20′ê Mijdara 2022′yan dema bertekên gel ên li dijî bombebarana dewleta Tirk a dagirker li dijî gundê Teqil Beqil ê Dêrikê dişopand, di encama bombebaranê de şehîd bû.

ANHA bi zimanên kurdî, erebî, îngilîzî, spanî, rûsî û tirkî weşanê dike û di vê van 11 salan de ji aliyê şopdar, xwîner û civakê ve jî bi tenê nehatiye hiştin, ji wan hêzeke mezin girtiye.

Di sala xwe ya 12’an de jî ANHA dê li ser rêya şehîdên ragihandina azad û rêwîtiya lêgerîna heqîqetê xebateke hêjayî kevneşopa xwe û civakan bidomîne. Di vê nivîsandina çîroka rastiya ragihandina azad û teyisandina dengên gelan, jinan, ciwanan û pergala azadî-demokrasiyê de, em ji ber desteka hatiye dayîn spasiyên xwe pêşkêşî şopîner û gelan dikin.