Pirsgirêkên ji ber êrişan derdikevin bi hevgirtinê çareser dikin

Şêniyên Kantona Cizîrê bi hevgirtin û tevkariyê pirsgirêkên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker derketine derbas dikin.

Pirsgirêkên ji ber êrişan derdikevin bi hevgirtinê çareser dikin
Pirsgirêkên ji ber êrişan derdikevin bi hevgirtinê çareser dikin
Pirsgirêkên ji ber êrişan derdikevin bi hevgirtinê çareser dikin
6 sibat, 2024   06:35
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember kirîzan bêçare namînin. Şêniyan di salên kirîza Sûriyeyê de ji bo derbaskirina van kirîzan gelek rêbazên civakî peyda kirin. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker binesaziya herêmê bombebaran kir ku di encamê de gelek sazî ji xizmetê derketin, rêbazên nû derketin pêş.

Dewleta Tirk a dagirker di navbera 13-15'ê Çileyê de binesaziya herêmê bombebaran kir. Di encamê de stasyonên kehrebeyê yên piraniya navçe û bajarên kantona Cizîrê rawestiyan. Her wiha stasyonên gazê yên li Tirbespiyê, Dêrik û Rimêlanê jî ji xizmetê derketin û şênî ji kehrebe, gaz û avê bêpar man.

Ji ber qutbûna kehrebeyê li ser bîrên avê, saziyên Rêveberiya Xweser çareseriyên alternatîf peyda kirin. Yek ji wan çareseriyan dabînkirina ava vexwarinê bi rêya danîna generatorên kehrebeyê bû.

Cotkarê bi navê Beşîr Hec Mehmûd ê ji gundê Mistefawiyê yê bakurê navçeya Girkê Legê yê kantona Cizîrê bi rêya generatora xwe ya kehrebeyê erdên xwe av dida. Lê piştî aloziya avê generator xist xizmeta bîrên gundê xwe û yên derdorê derdora wê û ava vexwarinê ji wan re peyda dike.

Hec Mehmûd generatora xwe bi terektorê ve girê da û li ber bîrê gundê xwe danî. Hec Mehmûd bi rêya wê generatorê av ji bîrê dikişîne û li malên gundê xwe û yên gundên derdorê belav dike. Hec Mehmûd heftane 3-4 rojan jî li navçeya Girkê Legê û bajarokê Rimêlanê digere û avê  li şêniyan belav dike.

Hec Mehmûd ji ajansa me re got: "Heta kehrebe bê bîrên avê ez ê vî karî bidomînim. Gelê herêmê bi hemû pêkhateyan ji berê ve bi hev re dijîn. Pêwîst e di kirîzan de hevgirtinek hebe da ku em kirîzan derbas bikin."

Beşîr Hesen destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk koçberkirina şêniyan û dagirkirina herêmê ye û got: "Em ê li ser vê xakê bimînin, divê Tirkiye ya dagirker derkeve."

Mehmûd Ehmed diyar kir ku hevgirtin rêbaza sivikkirina zirarê ji ber êrişan e.

(mh)

ANHA