KONGRA GEL: Hemberî xiyanet û dagirkeriyê em bibin yek deng

KONGRA GEL fermana 3'ê Tebaxê di salvegera 10'emîn de şermezar kir û ji bo çalakiyên 3'ê Tebaxê banga tevlîbûnê kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li hemberî xiyaneta Barzaniyan û dagirkeriya dewleta Tirk em bibin yek deng."

KONGRA GEL: Hemberî xiyanet û dagirkeriyê em bibin yek deng
2 tebax 2024   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL ji ber salvegera 10'an Fermana 3'ê Tebaxê ya li Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de diyarkir ku çeteyên DAÎŞ'ê, alîkarên wî Erdogan û malbata Barzanî bi tundî şermezar kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Bi wesîla 10. Salvegera Fermanê, gerîlayên PKK’ê yên ku weke brûskê çûn hewara gelê Şengalê, li hember komkujiya DAÎŞ'ê gelê Êzîdî parastin û şehîd ketin, em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Li ser bingeha armancên wan em careke din soz didin ku Şengala xweser û azad wê her tim hebe.

PLANA DEWLETA TIRK, MALBATA BARZANÎ Û DAÎŞ'Ê YA JI BO TÊKBIRINA KURDÊN AZAD

Di pêvajoya şerê cîhanê yê seyemîn de ji bo têkbirina 'Kurdên Azad', di çarçova pîlaneke mezin de dewleta Tirk, malbata Barzanî û DAÎŞ'ê bi hev re îttîfaq çêkirin. Di pîlanên wan de gava yekemîn têkbirina Şengalê hebû, a duyemîn têkbirina Şoreşa Rojava bû, a sêyemîn jî bi giştî têkbirina Tevgera PKK’ê bû.

Di gava yekemîn de ji bo Şengal têkbiçe û fermana li ser Êzîdiyan ser bikeve, partiya Barzaniyan di destpêkê heta dawî gor wê pîlanê hereket kir. Gelê Şengalê li hember êrişên DAİŞ’ê bêçek û bêparastin hiştin û Şengalê bi rev û rev terk kirin.

Lê belê wekî tê zanîn fedayiyên Rêber Apo gelê Şengalê bi tenê nehîştin. Bi tekoşîneke heybet pêşiya fermanê girtin. Li Şengalê bi têkbirina DAÎŞ'ê gava yekemîn a pîlana dewleta Tirk û Barzaniyan bêencam hiştin.

Wekî gava yekemîn di gava duyemîn de jî pîlanên dewleta Tirk û Barzaniyan heta roja îro jî serneketiye. Li hemberî Şoreşa Rojava ittifaqa dewleta Tirk, Barzaniyan û DAÎŞ'ê têk çû.

Ev tifaqa bêexlaq û ya dijminê Kurdên Azad ji bo ku bi temamî têk neçin, niha jî bi giştî li ser gelê Başûr û gerîlayên azadiyê, li ser Şengal û Mexmûr, bi êrişên berfireh dixwazin wekî pêngava sêyemîn ya pîlanên xwe encam bigrin.

'TÊKÇÛNA TIFAQA DEWLETA TIRK-BARZANÎ Û DAÎŞ'Ê WÊ DESTKETIYÊN MEZIN JI BO GELÊ KURDISTANÊ BIAFIRÎNE'

Di pêngava yekemin û duyemîn de çawa têkçûn, ya sêyemîn de jî yê têk biçin. Lê belê vê carê encamên têkçûna tifaqa dewleta Tirk, Barzanî û DAÎŞ'ê, ji bo gelê çar perçeyên Kurdistanê yê destketên pir mezin çêbike. Ji ber ku têkçûna vê pîlanê, têkçûna siyaseta dagirkeriya dewleta Tirk e, têkçûna xeta xiyaneta malbata Barzaniyan e."

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku xelkê Şengalê bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser şaxên neteweya demokratîk her diçe pergala şoreşa xwe ya civakî ava dike û hate gotin, "Em şoreşa civakî ya Şengalê pîroz dikin û serketinê dixwazin.

Ji bo 10. Salvegera Fermana 3’ê Tebaxê, sibê li hemû deveran çalakiyên protestoyê heye. Gelê me li her cihê kû lê ye pêwîste roja 3’ê Tebaxê bi girseyî tevlî çalakiyan bibin. Em li hember xiyaneta Barzaniyan û dagirkeriya dewleta Tirk bibin yek deng."