TAJÊ ji bo darizandina PDK’ê dosyayek pêşkêş kir

TAJÊ ji bo darizandina PDK’ê dosyayek ji welatên ku jenosîdê nas kirine, Dadgeha Mafên Mirovan a Awropayê, serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê re şand.

TAJÊ ji bo darizandina PDK’ê dosyayek pêşkêş kir
2 tebax 2024   11:08
NAVENDA NÛÇEAYN

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo darizandina PDK’ê û berpirsên fermana 74’an a li ser civaka êzidî pêk hat, dosyayeke li ser kiryarên PDK’ê amade kir û ji welatên ku jenosîdê nas kirine, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî û Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê re şand. Ligel dosyayê nameyek ku sedema şandina dosyayê tê de tê vegotin jî hat şandin.

 Di nameya TAJÊ de ev tişt tê vegotin:

"Di 3’yê Tebaxa 2014’an de li civaka me ya Êzidî ferman rabû. Çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê bi awayekî herî hovane êrişî civaka Êzidî kir û ferman pêk anîn. Di vê fermanê de nêzî 7 hezar kes hatin revandin ku piraniya wan jin û zarok bûn. Ji van kesên ku DAIŞ ew revandin di fermanê de nêzî 3 hezar û 600 kes hatine rizgarkirin û nêzî 2 hezar û 500 winda ne û çarenûsa wan ne diyar e. Çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran mirovên Êzidî kuştin û xistin gorên komî. Di nav 10 salan de 92 gorên komî hatine dîtin û hîn bi dehan ê ku nehatina dîtin hene. 56 gorên komî hatine vekirin, ji van gorên ku hatine vekirin zêdetirî 700 cenaze hatine derxistin. 242 cenaze hatine nas kirin û ji aliyê malbatên wan ve hatine definkirin.

10 sal li ser fermanê re derbas dibe. Em dizanin ku di nava van 10 salan de li ser sedemên bingehîn ê fermana 3’yê Tebaxa 2014’an gelek lêkolîn hatine kirin. Rûxmî van lêkolînan jî çeteyên DAIŞ’ê û sûcdarên jenosîdê nehatine darizandin û edalet pêk nehatiye. Ji bo civaka Êzidî ji fermanên nû were rizgarkirin û parastin, divê edalet pêk were. Çeteyên DAIŞ û hevkarên wan di dadgehek navneteweyî de werin darizandin. Ji bo ku rastî neyê windakirin û hesab ji sûcdarên fermanê bên pirsîn, me dosyayek amade kir. Em ji we daxwaz dikin ku hûn vê dosyaya me me li ber çavan derbas bikin."