Konferansek taybet der barê ji nû ve tevlikirina civakî ya kesên ku ji kampa Holê vedigerin

Komîteya Karûbarên Civakî û Xebatê ya Rêveberiya Sivîl a Reqayê konferansek bi dirûşma "Ber bi civakeke hevgirtî ve" ji bo ji nû ve tevlikirina civakî ya kesên ku ji kampa Holê vedigerin, li hola Mişwar a başûrê Reqayê li dar xist.

Konferansek taybet der barê ji nû ve tevlikirina civakî ya kesên ku ji kampa Holê vedigerin
Konferansek taybet der barê ji nû ve tevlikirina civakî ya kesên ku ji kampa Holê vedigerin
Konferansek taybet der barê ji nû ve tevlikirina civakî ya kesên ku ji kampa Holê vedigerin
Konferansek taybet der barê ji nû ve tevlikirina civakî ya kesên ku ji kampa Holê vedigerin
Konferansek taybet der barê ji nû ve tevlikirina civakî ya kesên ku ji kampa Holê vedigerin
Konferansek taybet der barê ji nû ve tevlikirina civakî ya kesên ku ji kampa Holê vedigerin
5 kanûn, 2023   19:22
REQA

Di konferansê de nûnerên saziyên sivîl û Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û hemû rêxistinên navneteweyî û xwecih ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Di serî de hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El Dîb bixêrhatina beşdaran kir û makanîzma veguhastina malbatan ji kampa Holê û tunebûna destekê ji bo wan şîrove kir û got: "Plansaziyek saxlem ji aliyê Navenda Lênêrîna Civakî ve ji bo tevlikirina şêniyên ku ji kampa Holê derdikevin û pêşkêşkirina alîkariya derûnî û peydakirina derfetên kar ji bo wan, hat danîn."

Piştre, hevserokê Komîteya Karûbarên Civakî û Xebatê Cîhad Hesen got: "Em îro rûpela zehmetiya gelê Sûriyeyê diqulibînin û civîna me ya îro bi beşdariya hemû rêveberî û rêxistinan nîşan dide ku Rêveberiya Xweser ji bo xelasiya gelê Sûriyeyê dixebite."

Hesen wiha domand: "Divê em bi hemû saziyên xwe hevgirtî bin û destekê bidin van malbatan û bihêlin rêxistinên cîhanê destekê bidin wan."

Piştre hevseroka Komîteya Karûbarên Civakî û Xebatê Lîna El Casim Navenda Lênêrîna Civakî da naskirin û plansaziya wê ya tevlikirina malbatên ku ji kampa Holê vedigerin û rola wê di vê pêvajoyê de şîrove kir.

Endamê Komîteya Karûbarên Civakî û Xebatê Mihemed El Hadî pêdiviyên wan malbatan anîn ziman wek peydakirina cih û xwarinê û ewlehiya xwarinê û aramiyê û xwestina destekê ji rêxistinan ji bo wan û got: "Pêwîst e em girîngiyê nedin cihekî tenê û taybet, ji ber ku malbatên ku ji kampa Holê vedigerin li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûne."

Di dawiya konferansê de encamnameyek hat danîn û ji aliyê Cîhad Hesen ve hat xwendin:

1- Damezirandina lênûseke taybet ji bo her kesekî ji malbatên ku ji kampa Holê vedigerin re, ku navê wê Lênûsa Lênêrîna Civakî be ku ji aliyê komîteyên Meclisa Sivîl a Reqayê û hemû rêxistinên wê ve bê bikaranîn.

2- Damezirandina komxebatekê bi navê Navenda Lênêrîna Civakî ku ji 2 beşan pêk bê, beşek taybet bi komîteyên Meclisa Sivîl a Reqayê û yek taybet bi rêxistinên li Reqayê.

 3- Pirkirina projeyên dema bê ji bo malbatên ku ji kampa Holê vedigerin ji bo ku hemû pêdiviyên wan bên peydakirin.

4- Derxistina van malbatan li ser çapemeniyê.

5- Pêşxistina koordînasyona di navbera rêxistinan, Komîteya Karûbarên Civakî û Xebatê û Navenda Lênêrîna Civakî de.

Tê payîn ku Navenda Lênêrîna Civakî di çend rojên bê de dest bi karê xwe bike.

(mh)

 ANHA