Mijarên rûniştina duyemîn a konferansa Însiyatîfa Sûriyeyê

Di mijarên rûniştina duyemîn a konferansa yekemîn a Însyatîfa Sûriyeyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de li ser sîstema Îmraliyê û tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan axivî û pêşniyara lidarxistina konferanseke mafên mirovan li ser asta Rojhilata Navîn û Ewropayê hat kirin.

Mijarên rûniştina duyemîn a konferansa Însiyatîfa Sûriyeyê
Mijarên rûniştina duyemîn a konferansa Însiyatîfa Sûriyeyê
Mijarên rûniştina duyemîn a konferansa Însiyatîfa Sûriyeyê
Mijarên rûniştina duyemîn a konferansa Însiyatîfa Sûriyeyê
Mijarên rûniştina duyemîn a konferansa Însiyatîfa Sûriyeyê
10 kanûn, 2023   22:25
REQA

Vê sibehê li ser banga Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Înîsîyatîfa Hiqûqnasên Sûriyeyê ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan û Yekîtiya Bijîşkan konferansa yekemîn a însyatîfa Sûriyeyê li Zanîngeha Rojhilat a Reqayê bi durişma ′Binpêkirina zagona navneteweyî ya der barê doza Rêber Abdullah Ocalan de û maf di edaletê de′ dest pê kir.

Piştî bidawîbûna axiftinên rûniştina yekemîn, rûniştina duyemîn dest pê kir. Destpêkê hevalê Nelson Mandela, Mehmud Patel li ser Rêber Abdullah Ocalan axivî û got: "Komploya navneteweyî ya ku di sala 1998'an de lîder kir hedef û armanc ji vê komployê ew e ku yekîtiya gelan a ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin têk bibin û mijara girtina rêberê pirsgirêkek siyasî ye û tişta ku Tirkiye dike binpêkirina peymanên navneteweyî ye û mafê îfadeyê jî di nav de ye."

Mehmûd Patel wiha got: "Ev hemû maf ji Rêberê Abdullah Ocalan re hatin redkirin, ji ber vê yekê gelek însiyatîf ji bo bidawîkirina tecrîdê hebûn, di nav de însiyatîfa Sûriyê ji bo azadiya rêber Ocalan. Divê roleke xurttir ji bo azadiya rêber were lîstin û divê rêxistinên civaka sivîl û welatên ku piştgiriya gelên bindest dikin zextê li Tirkiyê bikin da ku wê neçar bikin ku Rêber Abdullah Ocalan azad bike."

Rûniştina duyemîn a konferansê ji aliyê parêzer Gofran El Xelef ve hate birêvebirin û tê de beşa yekemîn a bi navnîşan "Sîstema Îmraliyê" ku parêzera bajarê Reqayê Xedîce Bidêwî da û got: "Girava tabûtê û girtîgeha Îmraliyê ya bi nav û deng piştî îmzekirina Hevpeymana Lozanê di sala 1923'yan de gelê Îmraliyê ji girava xwe hate koçberkirin û piştre dest bi wergirtina girtiyan hat kirin."

Di sala 1999 'an de girtîgeha Îmraliyê ji hemû girtiyan hate valakirin da ku Rêber Abdullah Ocalan tenê bimîne. Li girtîgeha Îmraliyê sîstemeke taybet heye ku hemû qanûn û rêzikên girtîgehan binpê dike ji ber ku li ser bingeha tecrîda mutleq a li ser girtiyan e û Tirkiye bendên xala sêyemîn a qanûna Tirkiyeyê binpê dike ku dibêje her girtiyek cezayê disîplînê lê were birîn jî, hefteyê 3 caran destûr tê dayîn ku serdana malbat û parêzerê xwe bike.

Xedîce di vê çarçoveyê de wiha axivî: "Tirkiye di mijara doza Rêber Abdullah Ocalan de qanûn û protokolên mafên mirovan binpê dike. Tirkiye peymanên civakî û çandî binpê dike û rêzikên modela dermankirina girtiyan binpê dike, ji ber ku NY`yê ji bo her girtiyek peymana li dijî îşkenceyê pejirand û tevî wê jî Tirkiye rêzikname û rêzikên pergala girtîgehê binpê dike, ji ber vê yekê cezayê li ser Rêber Abdullah Ocalan cezayê giran e û li dijî qanûnên navneteweyî ye."

Di beşa duyemîn de ya rûniştina duyemîn de Dr. Mistefa Ebdilkerîm têkildarî "Tenduristiya Rêbertî" diyar kir ku tenduristî mafê her mirovî ye nijad û ola wî çi dibe bila bibe,  bingeha berdewamiya jiyanê ye, lê tenduristî mijara Rêber Abdullah Ocalan eleqedar nake û li ser esasê pênase û rêbazên NY`yê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê mafê tenduristiyê yê gerdûnî li ser Birêz Ocalan pêk tîne.

 bdulkerîm got, "Nema li girtîgeha Îmraliyê digihêje ji sedî 80 heta 90'î, her wiha nem bi giştî bandorê dike. Mayîna di nav nem de heta demeke dirêj zirarê li nefes û tenduristiya bedenî û derûnî dike."

Ebdulkerîm destnîşan kir ku "di destpêka dîlgirtinê de piştî serdana her sê bijîşkan rewşa tendursitiya Rêber Abdullah Ocalan baş bû û CPT`yê şîret kir ku heftê carekê testên giştî jê re werin çêkirin. Lê belê 2017`an tu test ji Birêc Ocalan nehatin çêkirin. Divê ji sing re, rengton û gelek testên din jê re werin çêkirin."

Parêzerê Rêber Abdullah Ocalan, Janet Ganeş jî li ser binpêkirinên girtîgeha Îmraliyê wiha axivî: "Em hewl didin merheleyên ku Birêz Abdullah Ocalan tê re derbas bûye ronî bikin û ez hêvî dikim ku ev gav bibin rêya têkoşîna me.

Janet Ganeş got: "Bi destpêka sala 1999 'an heta niha, Rêber Abdullah Ocalan di 4 qonaxan re derbas bû, "Qonaxa yekemîn ji sala 1999'an heta 2005'an, ya duyemîn ji bo mirina hêdî ji sala 2005'an heta 2015'an bû û qonaxa çaremîn ji sala 2021'an ve piştî qutkirina telefonê bi wî re dest pê kir, em dikarin bêjin ku ev sîstem di sala 1999'an de di encama lihevkirina di navbera îstixbaratên Tirkiye û Amerîkayê de hatiye pêşxistin û ev peyman piştre hate erêkirin."

Geneş got: "Biryar û cezayên dîsîplînê ne qanûnî ne û dewleta Tirk ji bo peydakirina rêyekê ji bo berdewamkirina van cezayên di girtîgeha Îmraliyê de li ser Rêber Abdullah Ocalan xebitî."

Piştre derî ji beşdaran re hate vekirin û tê de endamê Rêveberiya Sandîqeya Parêzeran a Laziqiyê parêzer Mihemed Ebdurehman Xadûr got ku mijara azadiya Rêber Abdullah Ocalan tenê bi çareseriya siyasî nikare pêk were û aliyê hiqûqî xwedî rol e û wiha domand: "Di doza Rêber Abdullah Ocalan de, parêzer û hiqûqnasên xwedî tecrubeyên mezin hene ku dikarin encamên baş bi dest bixin. Her wiha divê ragihand, di vê doze de xaleke erênî be."

Parêzer Zekî Hiso got: "Ez berê beşdarî semînerên herêmî li ser rewşa Rêber Ocalan bûm û min di wê demê de pêşniyar kir ku ev konferans were lidarxistin. Lê piştî vê konferansê divê xebat were kirin da ku konferanseke mafên mirovan li ser asta Rojhilata Navîn û Ewropayê were lidarxistin, bi rêya mekanîzmeyekê û bi rêya avakirina komîte û desteyên pispor ên mafên mirovan ku li binpêkirinên li dijî Rêber Ocalan têne kirin lêkolîn bikin."

Parêzer Emna Xidro jî destnîşan kir ku bê guman dewleta Tirk dixwaze fikrên Rêber Abdullah Ocalan tune bike û rêya fikra wî qut bike û ev li gotinên xwe zêde kir: "Wekî gelan em li vir in û bi xêr hatina beşdaran dikin û ez li hemberî hemû nêrîn û pêşniyarên ku xizmeta azadiya Rêber dikin, rêzê jê re digirin. Di vê pêvajoyê de azadiya wî armanca me ye."

(şx)

ANHA